PolîtîkRojev

KCK daxûyaniya Amerikayê bi provakatif nav dike

KCK daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê şermezar kir li ser bûyerên li Çemankê û ragihand, Amerîka hewl dide nakokiyên di navbera hêzên Kurdî de kûr bike û herwiha KCK daxwaz dike gelê Kurd hewldanên xwe yên ji bo aramî û çareserkirina pirsgirêkan zêde bikin.

Roja 04.11.2020, li sînorê Çemankê ser bi qezaya Amêdî, mîneke çandî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û 2 pêşmerge birîndar bûn.

Vê bûyerê karvedanên navxwe û cîhanê li xwe anîn û dawîn karvedan ji aliyê Amerîkayê ve bû ku di daxuyaniyekê de êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge bi tundî hatibû şermezarkirin û hatibû gotin, ew piştgiriya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin “bo jinavbirina terorê.”

Her di wê daxuyaniyê de tekezî li ser piştgiriya Washingtonê bo Herêma Kurdistanê hatibû kirin û hatibû gotin, ‘’em dê berdewam bin li ser piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewlên wan ên bo jinavbirina terorê.’’

Komîteya Peywendiyan a Koma Civakên Kurdistanê  (KCK) îro, 06.11.2020, bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê da û di beşeke daxuyaniyê de hatiye gotin, “Amerîka li şûna ku rexne li sewqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bike, bi hemû awayî piştevaniya wê û teşwîq dike. Amerîka ne tenê li hemberî operasyona dagirkerî ya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan deng dernaxîne, her wiha hewl dide bi piştevaniya li siyaseta şerxwazî û berewajîkirinê ya PDKê atmosfereke neyênî ya têkiliyên di navbera hêzên Kurdî kûrtir bike.”

KCKê daxuyaniya Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê şermezar dike û radigihîne, “em bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran dikin ku li hemberî wê daxuyaniya provakatîf hişyar bin û hewldanên xwe ya ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin.”

Back to top button