KCD serokwezîrê Kurdistanê rexne dike
Kongreya Civata Demokratik daxûyaniyek nivîskî ragihand û dibêje ku, daxûyaniya Nêçîrvan Barzani ya di derbarê Qendilê de zererê dide yekitiya netewî.Di vê derbarê de KCD dibêje: Daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd, cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide.Berdewamiya daxûyaniya xwe de ev dezgehê girêdayê PKKê, behsa daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî yên li ser Qendîlê kir û diyar kir ku vê daxuyaniyê nîşan daye ku Barzanî tecrûbeyên berê rast nenirxandiye û siyaseta Yekîtiya Neteweyî fêhm nekiriye.Di rastiya xwe de KCD bi xwe nizanê wan ji bo çi ev daxûyani belav kirine. Ji bilî PKKê û dezgehên pêve girêdayî, herkes xwedî mafe behsa yekitiya Netewî bike. Lê PKK li dijê hemû nirxên netewîye û ji hemûyê girîngtir netewebûnê red dike.Ew hêza ku di deverên bin destê xwe de Ala Kurdistanê qedexe bike, ne ji mafê waye behsa yekitiya Netewî bike. Lê dijitiya li himber xeta netewî tenê maye destê PKKê de û li gora wê jî siyasetê dike.