Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê, di derbarê vekişandina hêzên şerker yşn Amerika ê hevpeymaniya daxûyaniyek ragihand.
Kazimî dibêje: Bi temambûna erkên şer ên Hevpeymaniyê, hemû hêz û alav û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin û bo derveyî welat hatine veguhestin. Rola Hevpeymaniyê, dibe şêwir û piştevanî û ev jî li gor encamên gotûbêja stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hatiye holê.
Serokwezîrê Iraqê di beşeke din a twîta xwe de spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û cîranên Iraqê kiriye ji ber piştevaniya wan a ji bo Iraqê di şerê dijî DAIŞê de û herwiha amadebûna hêzên Iraqê ji bo parastina gelên Iraqê aniye ziman.