Civak

Karsazên başûrê Kurdistanê tevlî forma ku li Êlihê hatî darxistin bûn

Li Êlihê “Foruma Karsaziyê ya Tirkiye-Iraqê” ku karsazên ji Tirkiye û Herêma Kurdistanê beşdar dibin, tê lidarxistin. Mijara sereke ya vê formê pêşxistina bazirganiya di navbera aliyan de ye.

Di çarçoveya kordînasyona parêzgariyê de bi hevkariya Şaredariya Êlihê, Odeya Bazirganî, Ajansa Geşedana Dîcleyê û Herêma Pîşesazî ya Organîze, sermayedarên Êlihê û 25 karsazên bajarên Hewlêr, Duhok, Zaxo û Silêmanî hatin cem hev.

Parêzrê Êlihê Ekrem Canalp di axaftina xwe ya li forumê de got ku ew ê li bajêr 5 Herêmên Pîşesaziya Organîze yên nû ava bikin.

Canalp diyar kir ku bajarê tekstîlê, herêmên pîşesazî yên pisporiya xurek û organîzekirî yên têkel jî dê derfetan bidin veberhênerên biyanî û got, “Yek ji wan jî wê bajarê tekstîlê, Herêma Pîşesaziya Organîze ya Pisporê Xwarinê be ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tune yeherêma me tuneye. “Veberhênerên biyanî jî dê xwedî derfet bin ku derfetên veberhênanê bibînin,”

Di bernameyê de Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Nizar Îsmet û Wekîlê Êlihê yê AK Partiyê Ferhat Nasiroglu jî axaftin kirin.

Piştî axaftinan, di beşa duyemîn a civînê de karsazên her du aliyan hevdîtinên dualî pêk anîn.

Back to top button