Kultur

Karoka Evsûn

BERHEMEKE NÛ JI WEŞANXANEYA PENCÎNARÊ

Karoka Evsûn

Ev pirtûka bi navê ”Karoka Evsûn”  pirtûka 117an de ku  ji aliyê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar ve hatiye nivîsandin.

Pirtûk ji pênc beşan hatiye amadekirin:

1)    Karoka Evsûn: Serpêhatiya bira û xwişkeke jar e ku çewa ji zanîngehê hatine avêtin û piştre leşkeran xwişkê kuştine, kuştina wê jî xistine stuyê birayê wê.

2)    Sê Rojên Tofanê: Li ser terikandina cixara xwe nivîskar nivîsiye, herweha lêkolîn kiriye ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, mirina 360 hezar kesî ji ber kişandina cixarê mirovan dibehitîne.

3)    Zinarê Xûl: Li ser jiyana xulamekî axê û jina Xulamî hatiye nivîsandin.

4)    Dilopa Xwînê: Li ser pitikeka ku mehra wê di şeva çêbûna wê de li kurmamê wê yê heft salî hatiye birrîn û piştre ku keçik wenda bûye, çûye xwendiye û bi salan di medreseyan de maye…

5)    Ava: Li ser çêbûna vê extera me ya bi navê DINYAyê hatiye nivîsandin.
Du-sê beş nivîsên di pirtûkê de, hêj di salên 2004-5an de û yên din di 2007an de hatine nivîsandin. Lê pirtûk hêj nû hatiye weşandin.
Bergê pirtûkê rengîn e, li serê wêneyê karokek heye û wêneyê keçekê jî di nava karokê de tê xuyakirin. Herweha pirtûk bi kaxezekî nermik, zerik û sivik jî hatiye çapkirin û bi mezinatiya 19 x 12 cm. û 172 rûpel e. Lîsteya pirtûkên nivîskarî ku jimara pirtûkên wî gehaye 117yan jî, di paşiya wê de hatiye bicihkirin.
Karoka Evsûn li pirtûkxaneya Kurdistanê pîroz be. 

PENCÎNAR
Weşanxaneya Çanda Kurdî
(Kurdiska Kulturförlag)
Box 3088
161 03 Bromma/Stockholm-SVERIGE
Tel: + 46 70 7675516
Malper: www.pencinar.se
E-mail: [email protected]  
          
                                           
© PENCINAR
    Karoka Evsûn, Stockholm 2013
    ISBN  91 8949129 0

Rojeva Kurd/Stockholm

Balkêş e ?
Close
Back to top button