Karkeran roleke bi bandor li ser pirosesa avadankirina welêt heye
Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de roja Yekê Gulanê, roja karkerên cîhanê, li karkerê Kurdistan û cîhanê pîroz dike û dibêje ku roja Yekê Gulanê di dîroka karkeran de rojeke pir buhaye û di hemû civakan de karker cîn û katagoriyek zîndî û berhemdar in.Li gor wê peyamê, hikûmeta Kurdistanê bi çavekî mezin û giring li xebat û tekoşîna karkeran dinêre û xwe bi xemxura dabînkirina maf û daxwazên wan dizane.Teksta peyama hikûmetê:Bi helkeftina Yekê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê, em pîrozbahiyeke gerim li tevaya karkerên Kurdistan û cîhanê dikin. Ji bona parastina maf û daxwaziyên karkeran, ev roj di dîroka wan de rojeke pirşingdar û pir buyahye. Di nava civakê xwe de, karker çîn û katagoriyeke zîndî xwedî renc û berhemdar in, li Kurdistanê jî, karkeran roleke giring û bi bandor li ser pirosesa binyatdanan, avadankirin û geşepêdana welêt de heye.Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giringî li rol û cîyê vê çîn û katagoriya civakê dinêre û xemxura dabîkirina maf û daxwazên wan e. Hikûmet, ji bona baştirkirina jiyan û afrandina zêdetri derfetên karî û xizmet û mafên wan, bi cidî dixebite û sektora tabet jî gerim dike ku bi piştevanî û hevkariya aliyên peywendîdarên hikûmetê, zêdetir maf û daxwaziyên karkeran li ber çavan bigire û xwe li hember pêdawîstiyên karkeran bi berpirsiyar bibîne û jê re aqar û jîngeheke minasib û modern ya karî biafirîne.Tevî ku em destxweşîyê li Sandîkaya Karkerên Kurdistanê ji bo parastin û piştevanîkirina maf û daxwaziyên karkeran weke çîneke giring ya civakê dikin, di heman demê de em hêvîdar in karên zêdetir di xizmeta xwestekên wan de bikin û bi awayekî medenî û yasayî li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam bin, her karekî di vê çarçoveyê de bikeve ser milên hikûmetê jî, hikûmet di bicîkirinê de kêmasî û xemsariyê nake. Bilind û pîroz be Yekê Gulanê, Roja Karkerên CîhanêCivata Wezîrên Herêma Kurdistanê01.05.2018