Di encama binavbûna keştîya masîgiran a penaberên li Nîvgirava Peloponez a Yewnanîstanê de 59 kes mirin û 104 kes jî hatin rizgarkirin.
Di daxuyanîya Fermandarîya Ewlehîya Peravê ya Yewnanîstanê de hat diyarkirin, kesên ku di bûyera başûrê rojavayê Peloponnesê pêk hat de hatin rizgarkirin bi keştîyekê birin Kalamata. 4 kesên ku bi helîkoptera Hêzên Hewayî sewqî Kalamayê hatin kirin, bi ambûlansan hatin rakirin û sewqî Nexweşxaneya Kalamayê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ti kes ji kesên hatin rizgarkirin êlekên jiyanê li xwe nekiribûn.” Di bûyerê de hejmara mirîyan derket 59an. Şeş keştîyên ewlekarîya peravê, firqeteyek deryayî, veguhestinek leşkerî û helîkoptereke hêzên hewayî lêgerîna xwe ya ji bo kesên din ên ku tê texmînkirin winda ne berdewam dikin.