Kantonên PYD / Mehmet Emin Ozbilen
Berî her tiştî “kantonkirina” Rojavayê Kurdistanê, ne projeyeka kurdî ye. Ew bi tevayî proje ya rejîma Esed e. Rejîm piştrast e kû kanton û rêverbirên wan nikarin ji bin kontrola wê derkevin. Balansa hêzan ên leşkerî di berjewendiya rejîmê de ye. Lê rastiya tehl ewe kû hîn rejîma Esed ji Kurdistanê dernekitiye. PYD bi destûr û piştavaniye rejîmê desthilata xwe ya weke hêzeke monopolîst “de facto” avakiriye.
Kanton : Di nav tixûbê dewletek desthiltdar de bi çend cûreyî zimanên ko li hîn şar û navçeyan bi awaykî serbestî têt bikar anîn. Pênaseya Kantonê ev e.
Pêdivîya me ne ji kantonên PYD’ê ko ragihandine heye û ne ji reşnivîsa destûrê ya PYD’ê ko li ser kartonên rizyayî nivîsandîye heye.
Ne dewleta Sûrî dewleta Îsweç e û ne Kurd netewekî hindikahî ye. Ber vê çendê bi ragihandina kantonan, mîlletê Kurd ji asta netewên pirhejmar hatîyê derxistin. Yanî xakek Kurda ya eslî li Rojavayê Kurdistanê tine ye, ew ji weke netewên dinê yên kêmhejmarin.
îhtîmalek mezine rejîma Sûriyê navçeyên jêr yên ko di bin kontrola PYD’ê ne jê bistîne. Tu peymanek fermî di navbera PYD û rejîma Sûriyê de, di derbarê nasandina mafên Kurdan ko hatibin îmzekirin tine ye. Lê dibe ko di navbera PYD’ê û Beşer Esed de rêkeftnameyek bo parastina rejîmê hebe. Esed ango di dema tengasiyê de, loma ew navçeyên hanê radestî PYDê kirine û bêguman dema ko roj ji Beşer Esed re xweş bibe dê van navçeyên hanê jê PYDê bistîne.’‘
PYD îro, çi tiştê di berjewendiya Îranê û rejîma Esed de be wê dike. Ne dûrî aqilaye Beşer Esed ko navçeyên rasdestî PYD’ê kiribûn dê îcar radestî DAÎŞ’ê bike ko hêzeke Erebî ye û di jêr kontrola rejîma Esed de ye.
Di derbarê vê mijarê de birêz Nûrî Brîmo jî dîtinê xwe wiha tîne ziman:
“Tiştê PYD’ê kiriye dişibe karekî ko bi veşartî di odeyeke tarî de hatibe kirin, tu şefafiyetek di rêkeftina wan de nîne û herdema rejîma Esed bixwaze dikare rêkeftinê binpê bike û dest deyne ser wan navçeyan.”
Eger ko hûn di vê sonda Kantoncîyên PYD’yî de bêjoka Kurd û Kurdistanê bibînin; Bi ahd û Peyman be, ta ebed, ezê ji wan re koletîyê bikim.
Sonda bi navê “Sonda Zagonî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin sond dixwim ku ez rêzê li hevpeymaniya civakî û zagonên wê bigirim. Ezê azadî û berjewendiyên gel biparêzim. Ewlekariya herêmên rêveberiya xweseriya demokratîk, azadiya wê û mafê xweparastina rewa biparêzim. Li ser baweriya min a bi neteweya demokratîk, ez ê ji bo pêkanîna dadmendiya civakî têbikoşim.”
Digel ko Ocalan doza ti mafên Kurdî yên netewî nekirîye û nake jî, hê nehatîyê fam kirin û ne zelale sebaret bidaxwazîya BDP’ê bo bihêzbûna şaredarîyên herêmî çîye, wateya xwe ne dîyare.
“Esasen Meclisên giştî yên wîlayetan” yan jî “meclisên belediyeyan” li gor sîstema îdarî ya Tirkiyeyê di eslê xwe de îdareyên herêmî ne û desthilat û îmkanên wan ji “kantonên” PYD-ê yên li Kurdistana Sûriyeyê gellekî zêdetir e û baştir e.
Madem ko mebesta we, li Bakurê Kurdistanê birêveberîya dicîh de (bihêzbûna şaredarîyan) bû, û li Rojavayê Kurdistanê jî ragihandina Kantonan bû, ji xwe îcabetî şerê 35 salan nedikir. We dikarîbû ev mafê hanê bi rêbazên demoqratîk, 25 sal berê jî bidest xistina.
Mebest bi ragihandina Kantonan, tenê ji boy rêlibergirtina damezirandina Kurdistaneke serbexoyî ye; Ko hîç bi ti awayî û bi ti cûreyî, di qada giştî ya cîhanê de nayêt naskirin û ti dewletên cîhanê îtîrafê bi Kantonên PYD’ê nînin.
Mehmet Emin Ozbilen