Kanada li Kurdistanê nûnertiya xwe vedike
Berî nîvroya îro sêşem 13.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Lynne Yelich Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveyê Kanada û şanda li gel kir.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî jî xwest ku hevdîtin û peywendiyên di navbera her dû aliyan bibê sedema geşbûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê da derfeteke gelek baş heye ji bo veberhênana kompanyayên Kanada ya li warên cûr bi cûr de û bi taybetî li warê çandinê da. Her wiha li vê hevdîtinê Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada, Serok Barzanî li vekirina Nivîsîngeha Bazirganiya Kanada li Herêma Kurdistanê agahdar kir û ragihand welatê wan bi hukma ezmûna cûr bi cûr li warê perwerde û pîşesazî û tendirustî û her wiha sîstema federalî de, amadeye yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê bide.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan pêşwaziya geşkirina peywendiyan û sûdwergirtina Herêma Kurdistanê li ezmûnên welatê Kanada kir û balkişand li ser wê yekê ku li navbera her dû aliyan da derfeteke gelek baş heye ku pêkve kar li ser bikin û bibê sedemek ji bo bihêzkirina peywendiyan. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî spasiya Hikûmet û gelê Kanada kir ku li rojên teng da hejmareke zêdeyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li welatê xwe da hewandine û warê xwendin û pêgihiştinê ji bo wan rexsandiye.
Li mijareke dinê vê hevdîtinê de pêvajoya penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û Wezîra Dewlet ya Karubarê Derveya Kanada spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdana koçberan û nîştecîhkirina wan ya li Herêma Kurdistanê da kir û ragihand ku karekî mezin li vî derbarî de li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û soza wê yekê jî bi Serok Barzanî da ku li rêya xwe ve hewl bidin ku navendên navdewletî û welatên din yarmetiyên zêdetir pêşkêşî Herêma Kurdistanê li hewandin û nîştecîhkirina penaberên Sûriye de bikin.