Cîhan

Kanada Birêvebera Huawei radestî Amerîka dike

Wezareta Dadî ya Kanada Birêvebera Darayî ya kompanya Huawei ya Çînî ji ber binpêkirinên dorpêçên Amerîka yên dijî rêjîma Îranê bi tawanbar zanî.

Dawakarê Giştî yê Kanada bi belavkirina belgeyek ragihand ku “Mêng Wanjo” Birêvebera Darayî ya Huawei dorpêçên Amerîka ku li ser Îranê daniye, binpêkiriye û li gorp yasaya Kanada tawanbare.

Li gor daxuyaniyê, li egera daxwazkirina berpirsên Amerîkî ya ji bo radestkirina “Mêng Wanjo”, Kanada wê tawanbarê radest dike ji ber ku li gor yasaya Kanada, dema kesek bi tawanbar bênasîn û tawana wê li vî welatî da hatibe selmandin, tawanbar tê radest kirin.

Mêng Wanjo li heyva 12 sala 2018 û li ser daxwaza Amerîka li bajarê Vancouver ya Kanada hatiye desteser kirin û tawana navbihurî binpêkirina dorpêçên Amerîkaye li dijî Îranê.

Back to top button