Civak
Kameremanê Kurdistan TV li eniya şer şehîd bû
Operasyona Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê kanalên Televizyonîve seet bi seet zindî tê şopandin û nûçeyên tazê ji cihê bûyerê digihê raya giştî.Doh di operasyona dije DAÎŞê de kamereman û peyamnêrê Kurdistan TV rasta êrîşek yê DAÎŞê hat .Karmendên Kurdistan TV li eniya şer li devera Hazirê şer dişopanda û zindî nûçe belav dikiran.Di dema êrîşê de kameremanê Kurdistan TV Mistefa Seîd jiyana xwe ji dest da ş şehîd bû. Herweha peyamnêr Hêmin Nanekelî jî birîndar bû.Li Kurdistanê her demî medya li eniya şer li tenişta Pêşmergeyên Kurdistanê nûça belav dikin.