Kabîneya şer a Îsraîlê sûnd xwar: “Emê Hamasê ji ser rûyê erdê rakin”
Ji ber êrîşên surprîz ên Hamasê, rêveberîya Îsraîlê bi beşdarîya serokê muxalefetê Benny Gantz kabîneya şer ava kir.
Gantz ku bi xwe wezîrê berevanî yê berê bû, ligel Serokwezîr Netanyahu û Wezîrê Paraztinê Gallant beşdarî civîna çapemenî ya ku tê de kabîneya şer hat ragihandin bû.
Li gor biryarê ev 3 kes wê şerê li dijî Hamasê li Îsraîlê bi rê ve bibin, endamên din ên kabîneyê jî wê operasyonên rûtîn ên li welêt birêve bibin.
Yoav Gallant, Wezîrê Paraztinê yê kabîneya şer a ku di bin serokatîya Benjamin Netanyahu de li Îsraîlê hat avakirin, soz da ku “Hemasê ji ser rûyê erdê rakin”. Gallant ku wiha got: “Emê vî tiştê bi navê Hamasê tune bikin. Hamas, DEAŞa Gazzeyê wê ji ser rûyê dinyayê bê pakijkirin. Wê nikaribe xwe bidomîne. Bûyera ku zarokên Îsraîlî tê de bên kuştin wê carek din neqewime û emê tev li karê xwe bin”.
Gallant êrîşên Hamasê wek “êrîşa terorîstî ya herî xirab a ku dinyayê dîtiye” bi nav kir, îdia kir ku sûcên hovane hatine kirin ku Cihûyan ji sala 1945an vir ve nedîtine. Serokwezîr Netanyahu berî Gallant axivî û soz da ku hemû mîlîtanên Hamasê bikujin.