CivakRojev

K24 bi qedexekirina karê wê hat xelatkirin!

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihand, kenala Kurdistan24ê gelek xizmetî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye û biryara girtina nivîsgehên wê ji aliyê rêveberiya ser bi PYDê ve, ne di xizmeta gelê Kurdên Rojavayê de ye.

Herwiha got: “Kurdistan24ê hemû bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopandin û xizmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikir, lê ne dilsozî li hemberê wê hate kirin û xelatkirina wê bi qedexekirina karê wê hat kirin.”

Silêman Oso destnîşan kir, biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, biryareke şaş e û divê kesên ev biryar dane, di zûtirîn dem de li biryara xwe vegerin.

Herwiha got: “Biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li cem me ENKSê, cihê şermezarkirinê ye. Kurdistan24 yek ji dezgehên Herêma Kurdistanê ên kêlîk bi kêlîk bûyerên Rojavayê Kurdistanê dişopandin bû.

Back to top button