Cîhan

John Kerry spasiya serok Barzanî kir

Li bersîva nameya pîrozbahiya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo destbikarbûna wî ya wekî Wezîrê Derveyê Emerîka, John Kerry spasnameyekî pêşkêşî Serok Barzanî dike. Li nameyê da, Wezîrê Derveyê Emerîka tekez li ser hevkarî û pêkvekarkirina her du aliyan bi navê aştî, xweşguzeranî, azadî û çareseriya kêşeyan da dike ku eve jî naveroka nameyê ye:

Rêzdar Cenabê Serok

Spas ji bo peyama pîrozbahiya cenabê we. Rêz û pêzanînên min ji bo peyama piştgîrî û handana we heye û hêvîdarim ji bo çareserkirina wan rûbirûbûn, alozî û guhertinan ku îro cîhan bi xwe ve dibîne li paşarojê de pêkve kar bikîn.

Li demek de ku wekî Wezîrê Derve destbikar dibim, hêviya min ewe ji bo pêşxistina berjewendiyên her du aliyan û hevkariya ji bo binyatnana paşarojeke aştî û xweşguzeranî û azadiya welatên me bikarîn pêkve kar bikîn.

Li gel rêzên min
John Kerry

Back to top button