Jiyîna bi rûmet bi Kurdistanî bûna bi rik pêkan e

Di nerwroza li Diyarbekir pêktê ji aliyê PKKê û dezgehên ku pêve girêdayî tê organîzekirin. Lê bi dehê hezaran xelkek ku ne vê rêxistinê ve girêdayî tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibin. Orgonîzator nahêlin ji bilî wene û sembolên PKKê tiştek din bête rakirin. Salan car bi carê aloz bê jî hinek alayan Kurdistanê xuyadikiran.

Newroza 2015ê Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji berî Newrozê 3 hezar alayên Kurdistanê li xelkê belav kir û ew bi xwe jî bi Ala Kurdistanê tevlî Newrozê bûn. Lê rastî êrîşên PKKê hatin . Wan naxwest Alayên Kurdistanê li Qada Newrozê bilindbin. Ciwanan Ala Kurdistanê danexistin û bilind kirin.

Di vê derbarê de berpirsek yê Tevgerê dibêje:
Me wek netewek heta niha bi sed hezaran şehîd da bo ku Alaya Rengîn li ser axa Kurdistanê bi serbestî bilind bikin. Îro dagirker nebes, xulamên bi tenê laşên wan Kurd ên dagirkeran jî xwe ji Alaya Rengîn eciz dikin. Lê em bi qeweta ku ji dîroka xwe û ji hemû şehîdên Kurdistanê digirin li bakûrê Kurdistanê agirê serxwebûnê ji nû ve vêxist û tovên hişmendiya netewî li nav ciwanên Kurdistanê ji nû ve çand. Êdî ne dagirker û ne jî xulamên wan nikarin vê agirê vemrînin, van tovan biqedînin. Em careke din eşkere dikin û me nîşanî hemû alemê da ku kes li ser axa Kurdistanê nikare Alaya Rengîn a ku Pêşewa Qazî Mihemed emanetî Nemir Barzanî kiriye, ji destên nêviyên wan daxe.

Herweha Tevgerê di debarê Newroza Diyarbekir daxuyaniyek jî belav kir.

 

Ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê:

Jiyîna bi rûmet bi Kurdistanî bûna bi rik pêkan e

Meha Adarê ji bo Kurdan mehekî taybet e. Ev bûyîna bi taybet ji, bihevrebûna dijberan û ji pozberiyên/nakokiyên di navbera dijberan de ye derdikeve. Van bûyerên civakî yên dijber û pevdiçinin di Kurdan de dibe sedema hestên tevlihev jî. Ji bo meha Adarê em dikarin bêjin ku meheke ku hêvî û bêhêvîtî di pêşbaziyê de ne ye.

Di meha Adarê de Kurd, ji aliyekî ve, him janên kûr ên komkujiyeke weke Helebçeyê dijîn, him jî, neçariya ku her tim rûbirûmayîna xetereya qetliyam û ji holê rabûna ji bêdewletiyê dertê dijîn, ji aliyekî ve jî yekser piştî vê, hêviya berxwedanê, vejîn û ji nû ve bi têkoşinê hêviya jiyana azad di Newroz’ê de divejînin.

Ji ber ku remza neteweyî ya Kurdistanê û çavkaniya besta Kurdên ku hêviya dewletbûnê dihebînin Melle Mistefa Berzanî jî di meha Adarê de hatiye dinê û çûye ber rehma Xwedê dîsa Kurd du hestên dijber dijîn; Him jan û xema wendakirina Melle Mistefa Berzanî him jî hêviya ku hişmendiya meşîna di rêya ku wî vekiriye de azadbûn pêkan e dide…

Ji êş û janên ku di meha Adarê de kişandin yek jî 12 Adar 2004a de komkujiya Qamişlo ye. Vê qetlîyama li Rojavayê Kurdistanê, Qetliyama Hesekê ya 20 Adara 2015 de qewimî ket ser. Li Başûrê Kurdistanê çeteyên Daîşê 3 pêşmergeyên qehreman qetil kirin û êşeke nû kirin nava êşên meha Adarê. Tiştê ku van êşên hatiye kişandin kêm dike tenê, baweriya me ya, di demek nêz de li Başûr ragihandina serxwebûnê û li Rojava jî kêmtirîn Federasyon e.
Li hemberî ew qas berdêl û xerabkirinên li Bakurê Kurdistanê qewimî, bi avêtina mafên neteweyî ser guhûrê Tirkbûna PKK/HDP di hunava Kurdan de birîneke kûr vekir.

Nameya Ocalan ku di Newroza 2013a de hat xwendin, bi navê “bratiya îslamê” ji bilî pêşkêşkirina mafên neteweyî ya li dewletê, ne tu tişt bû.Tam di wexta ku lihevkirina îxanetê ya Lozanê dihate rojanekirin û hemû mafên Kurdan yên neteweyî dihat fedakirin de, li qadê dijberî çêbû û me weke Tevgerê di newroza 2013a de Ala Rengîn li ba kir û pankarta “ Ji Lozana 2. re na” vekir û me peyama “ tu kes nikare bazarkariya mafê dewletbûnê yê Kurdan bike” da. Ji wê rojê û vir ve ev her dû fikrên dijber li her qadên jiyanê tûşî hev dibin.

Çawa entegrasyonparêz ji bo ku Kurdan ji Kurdayetiyê dûr bixîne serî li her riyê dide, weke Tevger me jî ji bo ku hestên neteweyî bivejînin, serî de Ala Rengîn remz û nirxên Kurdistanî bikin perçeyeke ji jiyanê venaqete û dewletbûyîna ku mafê me yê xwezayî ye li her qadê biqêrin ku berpirsiyariyeke Kurdistanî ye bînin cih çi tişt ji destê me hat me kir û emê bikin.

Tiştê ku herî zêde entegrasyonparêzan ditirsîne Ala Rengîn û Rêbaza Berzanî ye. Ev nîşan û ev rêbaz ji ber ku yekser serxwebûnê bibîr tîne dibe hedefa entegrasyonparêzan û dibe xetên sor/ jênegerên Tevgerê.
Di 8ê Adarê Roja jinên kedkar ên cîhanê de dema endamên Tevgerê bi alayên Kurdistanê pîrozbahî dikirin de, rastî astengkirinên him dewletê û him jî entegrasyonparêzan hat. Lê hewldanên her du hêzên ku girêdayî hev in encam neda. Li dijî Entegrasyonparêzên ku dema ala Kurdistanê dibînin weke “gayê sor bibîne” bêhiş êrîş dikin, em ê rik bikin û wê Ala Rengîn jî ji ser milên xwe daneynin.

Tevger, Ji aliyekî ve Şehîdên Helebçeyê; Şehîdên ku neçar man û ji Başûr koçî Bakur kirin û gorê wan li Mêrdînê ye bi serdanê bibîr anî, ji aliyekî ve dema me şehîdan bi rêz bibîr anî Ala Rengîn ku remza xeyalên dewletbûnê ya şehîdan e ji xwe kêm nekir.

Tê xwestin ku weke hemû nirxên neteweyî hundirê Newrozê vala bibe û ji rastiya Kurdistanî bê veqetandin. Dema HDPê Newroza Amedê nezirê “gelan” kir,xwendina ayetên ku bi destê TÎN(MİT) ê hatiye nîsandin û bi A. Ocalan ve hatiye jiberkirin weke “azadî û rizgarî” dixwest pêşkêş bike de,em weke Tevger bi hezaran alayên Kurdistanê ketin qadê û me peyama “Newroz cejna Kurdan/Kurdistaniyan e, Newroz ne remza radestiyê ye, remza serhildan û vejînê ye” û peyama “vî karî liv xelas nebû” da.
Alaya Kurdistanê ku 56 metro bû me di Newroza Amedê de vekir, dema di Kurdên welatparêz de kelecanî û hêvî peyda dikir, di entegrasyonparêzan de bû sedema hêrs û nefretê. Dema çeteyan hewldan Alaya Kurdistanê bînin xwarê jî ji Tevgerê bersiveke pêwist û tund wergirtin.

Me weke Tevgerê şanî dost û dijmin da û em ê bidin ku, destên dirêjî alaya Kurdistanê ku rûmet û nîşana armanca me ya dewletbûnê ye, bûn em ê bişkînin. Yên ku xwedî li alaya xwe ya neteweyî dernekevin, nikarin li rûmeta xwe jî xwedî derkevin.
Di nameya Ocalan û lihevkirina Dolmabahçeyê ku Ocalan kiribû çavkanî, yek peyvek Kurd/Kurdistan tunebû. Restorasyona dewleta dagirker dixwazin bi xwîna deh hezar ciwanên Kurd bikin. Dûpatkirina Ocalan ya “Rihê Eşme” ji xeynî xistina rewacê ya Mîsak-i Millî û xulambûna Kurdan ya dewleta dagirker nayê tu wateyê.

Di nameyê de rexneyên “netewedewlet û neteweperwerî” bes bi tenê angaştên li dijî dewletbûna Kurdan bû ku ji ber destê dewletê derketiye. Jixwe di dawiya nameyê de behskirina hevkariya( Ango hevkariya dewletên mêtînger ji bo astengkirina dewletîbûna Kurdan) netewedewletên rojhilata navîn de, bi awayekî zelal dixuye ku rexneya esasî ne li dijî netewedewletan e, bes bi tenê ji bo pêşî lê girtina dewletbûyîna Kurdan ya gengaz e.
Mixabin Newroza Amedê me neçewitand û weke li bende bûn radestiya eşkere bi “kêf û şahî” hat pîrozkirin. Ocalan û PKKya Ocalan notirvaniya dewletê ya nuh didomînin û bes bi tenê erka xwe careke din nîşan dan. Ew dê di hewldanên xwe yên bazarkarîkirin û tune hesibandina mafên xwezayî yên Kurdan de bi ser nekevin. Ji ber ku çawa entegrasyonparêz hatine dawiya rê, em ciwanên Kurdistanê hê li serê rê ne û em ê têkoşîna xwe ya dewletbûnê bi awayekî bibiryar bidomînin.
Meha Adarê, hemû bûyer û hestên dijber ên weke; hêvî-bêhêvî, têkçûn-serkeftin, şer-aştî, êş-şadî, radestî-berxwedan, qedîn-destpêkirin, mirin-vejîn bi me dide jiyandin.

Çawa hin kes li ser navê “Kurdan”, dev ji “Kurdayetiyê” berdide, weke Tevger em jî nû/ji nû ve vedijîn û heta em bibin dewlet em ê têkoşina xwe bi awayekî bibiryar bidomînin.
Newroz, li ber çavê entegrasyonparêzan “qedîna Kurdistanîbûnê” ye, lê ji bo Tevgerê vejîn û rabûna Kurdistanîbûnê ye.

Hêvî û daxwaza me ji mirovên hestiyar, li hemberî hemû bûyerên neyînî bedbîn nebin û hêviya xwe ya dewletbûnê wenda nekin.Armanca me ya dewletbûnê ku hemû dinyayê nekarî ji holê rabike, entegrasyonparêz jî nikarin ji holê rakin. Em Ala Rengîn bixin hemû qadên jiyana xwe û bikin perçeyeke ku dest jê naqere ya jiyana xwe ya rojane û paçikên bêwate biavêjin sergo. Em Ey Reqîb’ê li qadan biqêrin û dengên “Ayînên Pîrozandin” tune bikin. Em serî de Melle Mistefa Berzanî, xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin û “serokên radestker ên çêkirî” biavêjin dalanên ku jê hatine.

BIJÎ NEWROZ

BIJÎ PÊŞMERGE

BIJÎ RÊBAZA BERZANÎ

BIJÎ KURDİSTAN…

24.03.2015

245

247

Nerîna min :