Jiyan û xebata şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm çap bû
Mamoste Mihemed Salih Pêndroyî (Cigersoz) pirtûka xwe ya nû li ser torên civakî daye naskirin û Mamoste dibêje: Gelek spas ji bo xwedê, îro pirtûkeke minê din ya bi navê “Jiyan û xebata şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm” ket ber destê xwendevanên hêja.
Pirtûk bi kalîtekê bilind ji aliyê çapxaneya Rojhilat ve hatiye çapkirin û ji 208 rûpelan pêkhatiye.
Pirtûk ji aliyê Kek Şêrko ve dîzayna naverokê her wiha ji aliyê Kek Şaxewan Enwer ve jî dîzayna bergê hatiye kirin.
Pirtûk ji çend beşek pêkhatiye û têda, balê dikşîne li ser xebata şehîd Abdurehîm Cesîm
★ Rola şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm li Komara Mehabad.
★ Çûna şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm li gel rêberê Kurd Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî yên Sovyetê.
★ Rola şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm li şoreşa Eylûlê, wekî Cîgirê Amirhêzê Zaxo û Amir Betalyonê Helgurd û Amirhêzê Hemrîn.
★ Rola şehîdê fermande Abdurehîm Cesîm li şoreşa Gulan.
★ Sifetên şehîd Abdurehîm Cesîm.
★ Bîranînên hevsenger û kesukarên şehîd Abdurehîm Cesîm li gel navbihûrî.
★ Albuma wêneyan.