Jinên Kurdistanê daxwaz ji Serok kirin ku beşdarî hikûmetê de bibin
Berî nîvroya îro sêşem 10.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên jin yê hemû partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê re civiya.
Li vê civînê de nûnerên jin yên partiyan Serok Barzanî ji naveroka wan serdanan agahdar kirin ku li çend rojên derbasbûyî de ya li gel aliyên siyasiyên Kurdistanê encam dabûn. Her wiha ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ya piştgîrîkirina pirsa jinan û her wiha piştgirîkirina wan ya ji bo beşdarbûna li jiyana siyasî de pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku palpiştiya daxwazên jinan û jinên partiyan bin bo ku li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha li desthilata bi cîhkirinê ya Herêma Kurdistanê de rolekî zêdetir bi jinan bibexşin û heman awayî Parlemena Kurdistanê rêjeya beşdariya jinan li Hikûmetê jî bê zêde kirin. Amadevanên civînê ku daxwaziyên xwe li rêya yadaştek ve pêşkêşî Serok Barzanî kirin, eve jî daxwaz kirin ku li guftûgo û danustandinên partiyan ya pêkanîna Hikûmetê de endamên jin yê partiyan jî beşdar bibin.
Li beranber de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser rol û bandora jinan ya li xebata gelê me û jiyana civakê palpiştiya xwe ji bo daxwaziyên jinan û pirsa jin li civakê de dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku çareserkirina kêşeyên jinan babetekî fireh rehende û pêwîste li gel Hikûmet û partiyan de li perwerde û li malbat û cihên din da jî kar ji bo wekheviya li navbera jin û zilaman bê kirin. Di derbarê daxwaziyên jinan ya zêdetir beşdarbûna li Hikûmetê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo van daxwazan nîşan da û bi pêwîstî jî zanî ku partiyên wan vê babetê bi girîng werbigrin û pabendî wan sozan bin ku ji bo zêdetir beşdariya jinan dane.