Berî nîvroya îro sêşem 10.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Lîndal Sakz Balyoza Awustralya li Iraqa Federal kir.
Li destpêka hevdîtinê de Balyoza Awustralya xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku xweşikî û aramiya Kurdistanê rengvedana wan pêşketinane ku Herêma Kurdistanê li van çend salên dawî de bi xwe ve dîtiye. Her wiha silavên xelkê Awustralya û Hikûmeta nû ya Awustralya bi gelê Kurdistanê û Serok Barzanî ragihand û amadehiya welatê xwe jî ji bo berev pêşvebirina peywendiyên siyasî û aboriyên her dû aliyan û her wiha hevkarîkirina Herêma Kurdistanê li warên perwerde û xwendina bilind nîşanda. Her li vê hevdîtinê de Balyoza Awustralya ewe xisterû ku xelkê welatê wan xelkekî vekirîne û Awustralya li gelek waran de pêşketiye û heza xwe heye ku li geşbûna Herêma Kurdistanê de beşdar bibê.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Balyoza Awustralya kir û spasiya gel û Hikûmeta nû ya Awustralya jî kir û her wiha ji bilî balkişandina bi rola welatê Awustralya li warên aborî û zanist û pîşesaziya li cîhanê da. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku peywendiyên her dû welatan li warên cûr bi cûr de berev pêşve biçê.
Li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û qeyrana Sûriye û her wiha êrîşa terorê li ser têkdana aramî û asayîşa welat guftugo kirin.