Polîtîk

Jina Kurd: PKK got: Na, Min got: Belê

Dewleta Tirkiye li çêkirina Kalekolên li Bakûrê Kurdistanê de berdewame û yek ji wan Endezyarên ku serpereştiya van Kalekolan dike Deniz Tural a Endezyara Kurd e.

Endezyar Deniz Tural daye zanîn ku PKK wê gelek caran tehdîd kiriye û jê xwestiye ku ew beşdarî li çêkirina van Kalekolan de neke, lê belê Tural dide zanîn ku wê vê tehdîda PKK piştguh xistiye û karê xwe de berdewame.

Tural li hevpeyvîneke taybet de daye zanîn ku wê heta niha 4 Kalekolan ava kiriye û ew gelek caran rastî tehîdên PKK bûye. Tural ku li navbera wan belênderên ku Kalekolan de ava dikin yekemîn Jine û ew dibêje eger ez çênekim jî dê her keseke din were van Kalekolan çêbike.

 

Back to top button