Jina dijbera Îranê dibe seroka CIA'yê
Navê senatora berê a California Jane Harman, ji bo serokatiya CIA’yê tê bilêvkirin. Tê gotin ku Harman, li şûna David Petraeus, ku Harman jineke wek dijbera Îranê tê naskirin, wê bibe seroka CIA’yê.
Jane Harman, her tim bi pozîsyona xwe a dijberiya Îranê tê zanîn. Harman dixwaze ku rejîma Îranê bi awakî nijadî were parçekirin. Dîsa Jane Harman, midaxeleyeke li hemberî Îranê a dewleta Îsraîl diparêze û ji bo şerekî di navbera her du dewletan de muhtemel e ku pêk bê de biryardar e.
Piştî David Petraeus, ku ew bi sedema evîndariyê ji peywira xwe îstifa kiribû, navê senatora berê a eyaleta California Jane Harman, ji bo serokatiya CIA’yê derkete pêş. Ger pêk were, jina ku li dijberî Îranê xwedan pozîsyoneke xurt e Jane Harman wê bibe seroka CIA’yê.