Jin di xebata netewî de xwedî dîrokek hêjane
Bi minasebeta 66.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê, serok Barzani daxûyaniyek ragihand û behsa rolê jinî di şorêş û pêşdebirina civakê li Kurdistanê dike.
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîng ê çespandina mafên jinan e û dîrokeke pir bi şanazî jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û di serweriyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan xuya ye.
Piştrast bin ku rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê di paşarojê de dê bibe beşek ji fakterên pêşvebirina civakê û kar li ser perwerdeyeke dirust û xebatekî serdemiyane dike.