Nivîsar

Ji xeletîyên M. Celadet Bedirxan

Îlhamî Can[email protected] M.C.Bedirxan bi tevî ked, xizmet, kar û barên xwe yê di warê zimanê Kurdî da, axlem di wan dem û rewşên xerab da, bê nîqaş, bê şik xebatekî pir giranbuha û hêja kiriye. Lê belê M.C.Bedirxan, di nivisên xwe da hin xeletî û şaşîtîyên mezin rast nîşan daye û wekî rêbazên zimanê Kurdî destnîşan kiriye(mînak; di nava çar rûpela da heft xeletî û şaşîtî …).Min van nivisên hanê ji pirtûka ”Kürtçe Grameri” (Kurmanci lehçesi)- niviskar M.C.B. û Roger Lescot girtiye. Ez dê di vê nivisa xwe ya hanê da, hew li ser rêbazekî tenê bisekinim û dem bi dem wê berdewama van nivisa wê were…Belê, ez dê li ser formata ”neyînî”´yê bisekinim…{Binnot; Nivisên nava quncikkevana [ – ] ji pirtûka M.C.B. hatine girtin.}Ji rûpela 145´a; [Birinci grup zamanlarin olumsuz çekimi, bildirme zamanlari için fiilin önüne olumsuzluk ögesi ne getirilerek yapilir. Ez ne ketim, ez ne ketime, ez ne diketim, ez ne diketime] (diketime; devok e, demekî weha tune ye, ev jî xeletî li ser xeletîyekî dinê ye.) [bila ez neketama, ezê nekatama] (Ev jî xeletîyekî dinê ye.) Rastî; Bila ez neketima, Ez dê neketima. Sedema ”ne”`ya ji lêkera cûda nivisandin çi ye? Hew şolîkirin e; hin cara bi hevdû ra hin cara jî ne bi hevdû ra. Hem lêker û hem jî formata ”na”`ya şaş in. Rastîya wana; Ez neketim. Ez neketime. Ez nediketim. Ji rûpela 160´a; [ a-Emirin olumsuz biçimi, ikinci şahis için bi-`nin yerine me getirilerek yapilir; (Mekeve-Mekevin / Mebîne-Mebînin)b-Başka şahislar için istek kipinin olumsuz biçimi kullanilir. Bila nekeve. ]Ka, li vê derê çi tê gotin? Bi çi rêbazî tê gotin? Sedem çi ye?Ji bû kesê duem; Mekeve – lê ji bû kesên dinê Nekeve!!?? Ma cûdayetîya kesa çi nin? Ma kesê duem jî ne ji kesê dinê ye? Loma, bersiva rastî ev e; Hergav ”Nekeve” hew yek formatekî rastî ye û mekeve devokî ye. Rastîya vana weha ne; Nekeve! Nekevin! Nebîne! Nebînin! Sedema xeletîya jî ev in;Bêjeyên neyînî yên sereke çar tene ne(Bi şeş awayî xwe nîşan didin);1-”Na” 2- ”Ne” (a; Nay – b; Ney) 3- ”Ni” 4- ”Nîn” in. Tev jî bi tîpa ”N” dest pê dikin. Loma destpêka bi tîpa ”m” şaş e.Ji rûpela 169´a; Dîsa[ Emir kipi için bi-fiil önekinin yerine me- olumsuzluk ögesi getirilerek, ör.; bikeve, mekeve ] lê belê [di-fiil öneki yerine na-getirilir; ez nakevim, ew naşo, bila nekevim, bila neşîne, em nakevin …] ma çima? ”me” hew devokî ye. Belê, hin cara li hin dera ”me” tê bikaranîn, lê tu cara li ser formata ”neyînî” rêbazekî ferz nabe. Tu mantixa xwe tune ye.Bi hin mînakên tevlihev; Ez hêvîdar im wê van mînaka têr bikin.Li gorî M.C.Bedirxan;Memire! Memîne! Mebîne! Mede! Mebêje! Bamede! Mizmede! Ramezê!Li gorî destnîşanên min;Nemire! Nemîne! Nebîne! Nede! Nebêje! Banede! Miznede! Ranezê!Kerem bikin, xeletîyekî dinê; [Baştaki ünlü ile bi-fiil önekinin büzülmesine yer veren fiillerin emir kipi için aşagidaki özellikler geçerlidir; Anîn, getirmek; bîne, getir; me bîne, getirme. Êxistin, koymak; bêxe, koy; me êxe, koyma.] De kerem bikin; meriv mital dikeve! Şaşîtîya ”me”(meke) têr nedikir nûha jî ”me”- ”bîne” (me bîne)!? Bê lome be! Ev çi nezanî ye?! Rastîya wan hin kêmdîtî ne; Bîne! Neyne!(Neîne) – Bixe! Nexe! Û bi hevdû ra jî tên nivisandin. Ez hin mînakên dinê jî bidim; Avêtin(Bavêje!-Navêje!)(bi-avêje-ne-avêje) Ji sedemên dengên i-a û e-a ne ku li ber formatên fermanî fenî jorê tên nivisandin û bilêvkirin.Ji rûpela 170´a; Dijberîyekî dinê; [Fiil öneki oldugu gibi duruyorsa ya da yoksa, olumsuzluk ögesi ayri yazilir. Min dizanî, biliyordum– Min ne dizanî, bilmiyordum](rastî; Min dizanibû – Min nizanibû)Dîsa, dijberîyekî dinê; [Ew hat, o geldi; Ew ne hat, o gelmedi.] Rastî; Ew hat û Ew nehat, e. ”nehat” bi hevdû ra tê nivisandin.Belê ”neyînî”`ya Kurdî, li gorî rêbaza; li ber lêkera hergav bi hevdû ra tên nivisandin. Lê, li ber rengdêr û navdêra hergav ji hevdû cûda tên nivisandin, ew jî bi kêmdîtîyekî; ger ”na” di nava nav û rengdêra da cî girtibe bi hevdû ra tê nivisandin, mînak; Ew xêrnexwaz/cirnexweş e.-Ew ne xêrxwaz e. Ew cirxweş/jêhatî nîne. Ew ne hoste ye. Ez hoste nînim. Ez ne hoste me.Bi kurtayî li gorî M.C.Bedirxan;1- Ez ne ketim. 2- Ez ne diketim./Ez ne diketime.(devokî ne, hemdem in.)3- Bila ez neketama, ezê nekatama.(Lêker ketin e; ne ketan, ne jî katan e.)4- Mekeve – Mekevin / Mebîne – Mebînin / Memire – Mede – Ramezê …5- Me bîne – Me êxe (bêxe!)(êxistin devokî ye.)6- Min dizanî(biliyordum) – Min ne dizanî(bilmiyordum) (dîsa devokî ne.)7- Ew hat – Ew ne hatLi gorî destnîşanên min;1- Ez neketim. 2- Ez nediketim.3- Bila ez neketima, ez dê neketima.4- Nekeve – Nekevin / Nebîne – Nebînin / Nemire – Nede – Ranezê …5- Neyne – Nexe (bixe!); (têxistin/xistin; Têxe! Nexe! – Bixe! Nexe!)6- Min dizanibû – Min nizanibû7- Ew hat – Ew nehat Loma dibê ku meriv hima bi gotinên vala, serê hin tişt û kesa bi potika girê nede û mezin neke. Bila ku roj tên rastîyên nivis û destnîşana dertên holê, îcar çiqasî zûtir derên ber ronîyê wê hewqasî baştir bin, ma ne wusa ne?

Back to top button