Ji sistema xulametî û ji mejiyê xulametiyê
Basra ŞIK Dewleta Tirk welatê me dagir kir û Kurd kir bin destê xwe. Dewleta dagirker li her gund, navçe, qeza, bajar sistema xwe ava kir û Tirka kir ser serê Kurda. Lê dewleta Tirk ji Kurda re gelek qencî kir. Mesela çi ji Kurda re pêwîst bû da Kurda. Em dikarin çend mînaka bidin. Mînak: pêwistî bi dibistana hebû ,çê kirin, lê mamoste tirk bû û ziman bi Tirkî bû. Pêwîstî bi nexweşxane ya hebû lê bijîşk tirk bû û ziman bi Tirkî bû. Pêwîstî bi mizgefta hebû lê mele Tirk bû û ziman bi Tirkî bi û gelekî mînakê wî hene pêwîstî hebû û dewletê da.Elbet vana bitena serê xwe bes nîne. Dadgerî û parastın jî pêwîst bû. Ji ber ku tirs pêwîst bû. Walî, qaymekam, polîs, leşger, bijîşk, karmend, mamoste, mela. Van kara ji bo Kurda muhîm bûn û hemî Tirk bûn. Miletê ji van kesa re xulamtiyê kir. Carna ji bo tirsê, carna ji bo berjewendîyê, carna jî ji bo olî.Dem derbas bû û sîstema xulamtiyê di mejiyê Kurdan de cihe xwe girt û bû mejiyê xulamtiyê. Kesên ku ji vê mejî û sîstemê xwastin xwe bifilitînin bi destên hin kesan awayek din binavê Kurdayetiyê sîstema xulamtiyê dom kir û anî asta ku Kurd xulamtiyê bi xwestina xwe dom bike û hez bike. Wel hasil xulamtî hew bi şeklek diqede ew jî Kurd gerek ji efendiyê xwe bifilitin. Ew jî di lîteratura cîhanê de serxwebûne.