Ji serkirdên kadir û endamên tradisyona PDKê re
Rewşa welatê me îro di nava aloziyêke dijwar da derbas dibe. Tekoşîna netewa Kurd ji ber bêseruberîyê de di rewşeke bê rêzanî de ye. Kurd û Kurdistanî bi gelemperî ji ber hestên netewayetî bûye dûvikê tevgerên ne diyar, ne eşkera. Her wiha dînamîkên Kurd ên têkoşer di gerînekek şîlûda heba dibin. Qadroyên siyasî, xortên entelektûel, rewşenbîr, nivîskar, ji ber bê rêxistinîbûnê yan jî dûr ketinê ji qada tekoşînê, yan jî di rêbazek xelet de enerjîya xwe bê sedem xerc dike.
Helbet sîstem bi muhendisiya siyasetê dixwaze civatê, nexasim bi gelemperi tevayiya welatê me Kurdistan ji nûva format bike. Li aliyek dixwaze hêzên alternatif ji holê rake, dengê organîzasyonên demoqratîk bifetisîn e, li aliya din dixwaze rêxistinên Kurdistanî ji çerxa wî yê xwezayi netewî der bixene. Wana di nava çewtiyen de ji gel û armancên gel bi qetîne (qut bike). Bi vî hawayê pêşengên Kurd bê rûmet bike, lawaz bike ji bo ku nebe navenda hêviyên pêşeroja welatê me. Sîstem di vî karê xwe de gelek xebatan kiriye û mixabin gelek şûn bidestê xwe xistine. Em dersên xwe ji dîroka tekoşîna gelê Kurdistan u ji ceribandinên tevgerên siyasî derdixîne.
Em dizanin ku realîteyeke civatî bi stratejiyek kûr bi taktîkên rojane,bi destên hin rêxistinên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê tevdigerin, gelê me ji mêjî û ramanên netewî tên vala kirin. Hizr û hestên neteweyî vala bikin, bi gotar û literaturek sexte, kû referanse xwe ji Kemalizm û ideolojiya İtihatçiyan distîne, dixwazin bi sîstema kolonyalîzm û bi peywendiyên xurt werine girêdan. Pir sosret e ku li aliyek li dij dewletbûyinê dertên, dewlet mîna organizasyonek neyînî dinêrin lê li hêla din “dewleta uniter” li ser milên şoreşgerên Kurd ferz dikin.
Di van mercên ku wek dehlîzek e em têda dibûrin, barê giran u agirnak diêxe stûyê siyaseta xeta netewî û demoqratîk ku temsîliya wî ya siyasî PDK (Partî Demokrat a Kurdistan) dikin. Herçîqasî temtêla PDK’yan rewşek e dilsoj jî, lê em bixwe ev nakokîyên ku di navbera PDK’yan de heyin ev dijîtîya ku hemî aliyên PDK yan di navda ne xwe de wek pirsgirêkên esasî nabînin. Lê ji ber bê diyalogiyê ku hene ev pirsgirêk her roja ku diçe girantir û kûrtir dibe. Diviyabû ku em li ber van rewşan rabûna, me ev kambaxiyê serûbin bikirana. Niha tişta ku em dixwazin bikin ev bixweye.
Îro, ji do pir cudatir e. Pêdiviya bi yekîtiya xeta netew u dîmoqrat bêtir heye. Gava em bala xwe didine gel em evî birçîbûna yekitiyê bi şiklek konkrêt dibînin.Wek nimûne sîmbola qehremaniyê Pêşmergeyên Leheng dema derbasê Kobanî yê bûn pêşewaziya gel derxist holê ku Kurd û Kurdistanî bê pêşewa mane, yan jî parçe parçe mane. Me bawerî pê heye ku hemî pêşewayê me vê rastiyê bibînin. Ji ber çi em ji hev cuda ne, ji ber çi em hêzên xweyê ramanî naxîn yek, ji ber çi em vî potansiyela gewre berhewa didin.
Gelo heqê me heye ku em alîgirên xeta netewî û demoqrat bê rêxistin bihêlin? Ev pirsgirêkên me yên salane ku li ser hev mane heta niha hatine pişt guh kirin, emê neşterek lêbidin. Emê li pêşberê dizaynan bisekinin, emê nehêlin kes me ji hev biqetîne, emê nehêlin ev xeta berhemdar stewr bimîne. Em naxwazin lehengê vê doza pîroz angaje bimînin ji hinekan ra.
Ji bona van sedeman serê çend mehane em hindek kes ketin xebat û lêgerînek, daxwaz û pêşniyarên ji gerdûna xeta netewî me gehêştan de encamek ku dawiya vê xebatê di 10/01/2015 an da me civînek li Midyatê li dar xist. Ji vê civînê biryara ku derket bi girseyi hat pejirandin ku lijneyek saz bibe û di navbera pdk yan de li ser nakokiyan raweste. Yekitiyek xurt bête çê kirin.
Bi kurtasî em dixwazin bête zanîn ev lijne ji pêdiviyek derketiye, bi tu aliyên siyasîve girêdayî nîne û xwe li ser siyaset û rêxistinan jî nagire. Xwe peywirdar dibîne ku zemîneke beşerî û demoqratîk çêke di navbera hêzên dost û hevbeş de.
Bi hêviya serketinê em we hemî biraderan û hevrêyan silav dikin.
17/01/2014 – AMÊD
LİJNEYE ÎNSÎYATÎFA YEKÎTÎYA PDKê Lİ BAKUR