Cîhan

Ji sedî 86ê Demokratan wê di hilbijartinan de dengê xwe bidin Biden

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku li gor anketekê, ji sedî 86ê Demokratan dibêjin ku ewê di hilbijartinên serokatiyê de dengê xwe bidin Serok Joe Biden. Ev rêje ji anketa meha Sibatê kêmtir e, di meha sibatê de Demokratan gotibûn ku ewê ji sedî 93 deng bidin Biden.

Anket di navbera 29ê Hezîranê û 2 ê Tîrmehê de bi 1500 hilbijêrên qeydkirî re hatiye kirin.

Biden roja Înê di hevpeyvînekê de ligel ABC got ku, “Tu kes ji min jêhatîtir nîne ku bibe serok, yan jî di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi ser bikeve”.

Biden, ku ji ber gengeşeya navdar a bi hevrikê xwe yê Komarparêz Donald Trump re ji ber şiyanên xwe yên derûnî tê rexne kirin, tekez kir ku karê wî mîna “her roj ceribandinek zanînê ye”.

Back to top button