Cîhan

Ji postê xwe yê rawêşkariya xwe da aliyekî

Endamê konseya bilind a rawêşkariya serokkomariyê Bulend Arinc ji postê xwe vekişîya. Eve demek bû di navbera Bulend Arinc û serokê MHPê Devlet Bahçelî de hinek munaqeşe hebûn. Di encam de Erdogan jî bi hinek daxûyaniyên xwe wek pişgiriyekî bide Bahçelî helwestek danî.

Bulend arinc îro ji postê xwe îstifa kir û dawî li karê xwe anî. Serokkomariyê jî bi daxûyaniyekî ev îstifa ragihand û hate gtin ku serokkomar îstifa Arinc qebûl kiriye.

Bê guman dê îstifa Arinc di nava AKPê de hinek insana aciz bike û dikare bibe sedemek ku hinek siyasetmedar ji AKPê veqetin û berê xwe bidin partiyên din ku ji AKPê veqetiyan e.

Back to top button