Civak
Ji Kurdistanê 3730 kes diçin hecê
Wezareta ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta Kurdistanê eşkre kir ku, îsal dê 3730 kes ji herêma Kurdistanê, ji bona edakirina ferîzeya Hecê ber bi Siudiyê bi rê kevin.
Merîwan Neqşebendî rêvebirê ragehandina wezareta ewqaf û karûbarên olî di daxuyaniyekê de ragehand: ”Îsal 3730 kes ji herêma Kurdistanê ji bona edakirina ferîzeya Hecê dê di roja 18.09.2013ê de ber bi Siudiyê bi rê kevin.”
Neqşebendî di daxuyaniya xwe de got ku, ji bona hêsankirina karûbarên heciyan, wezareta ewqaf û karûbarên olî 57 fermanber, 40 rêber (mirşid), 5 miftî û 18 pizîşk û kadiroyên saxlemiyê digel derman û pêdawîstiyên din amade kirine.