Polîtîk

Ji Komeleya ÇIRAyê panalek bi Eskerê BOYÎK re

                                   
Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, di 24ê Adarê de bi Eskerê Boyîkî re panelek li darxist. Panêl; li Sînemaya Biçûk a Sumer Parkê, bi beşdarbûna endam, alîgir û gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd pêk hat. Mijara panêlê  “Di wêjeya kurdî de şopên Êzdayetiyê” bû.

Panêla ku ji aliyê ÇIRAyê ve hatibû organîzekirin, bi axaftina serôkê komeleyê Burhan Denîzî destpêkir. Denîzî, xêrhatina mêvanan  kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku wan Eskerê Boyîkî li Amedê kiriye mêvan.

Panêla ku ji aliyê birêvebirê komeleyê Hanîfî Erenî ve hate birêvebirin, wek du beşan hate lidarxistin. Di beşa destpêkê de Eskerê Boyîkî; derbarê dîrok, çand  û prensîbên ola Êzdayetiyê de agahî da. Piştî agahiyên derbarê Êzdayetiyê de, Boyîk hinek jî li ser xebatên wêjeyê yên li Sovêta berê sekini û da zanîn ku ev xebat di nav zor, zehmetî û tunetiyê de gihîştiye asteke girîng.

Piştî axaftina Eskerê Boyîkî, panel bi beşa duduyan domiya. Di vê beşa panêlê de beşdarên konferansê nêrînên xwe anîn ziman û pirs ji Boyîkî pirsiyan û Boyîkî jî bersivên van pirsan da.

 
 

   
                         

Back to top button