‘’Ji îro ve ji jinan re azadî’’
Serokê Giştî yê PAKê li Amedê di çalakîya 8ê adarê ya ÇARPELê de axaft:‘’Ji îro ve ji jinan re azadî’’Çarpel Komeleya Çand û Hunerê roja 06.03.2016an li Amedê li Hola Hotêla Mîtanê , bi mebesta ‘’8ê Adarê Roja Jinên Cîjanê’’ çalakîyek lidar xist.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel heyeteke ji rêveberên PAKê pêk hatî beşdarî vê çalakîyê bû.Bernameyeke dewlemend ya çalakîyê hebû.Bername bi ‘’ey raqîb’’ jibo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbû. Paşê li ser navê ÇARPELê Mînhal Bayram axaftinek di derbarê 8ê adarê de kir.Bername bi danasîna xebatên ÇARPELê berdewam bû. Methîye Azbay, jibo xebat û têkoşîna Neşe Timur li ser navê Çarpelê xelatek da Neşe Tîmûr.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî li ser daxwaza ÇARPELê , axaftineke bi Kurdi kir û bi kurtayî bi Tirkî jî bîr û rayên xwe anî ziman. Mustafa Özçelik jibo vê çalakîyê spasîya xwe ji ÇARPELê re pêşkêş kir û 8ê adarê li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Mustafa Özçelik di axaftina xwe de got ‘’ Doza azadîya Kurdistanê , li ser milê jin û mêran dimeşe. Îro jî jinên Kurdistanê tûşî êrîşên hovane dibin. DAIŞa hov, bi êrîş, destdirêjî û qetlîamên xwe yên ku li ser xuşkên me yên Kurdên Êzidî de, birîneke kûr di dilê me de vekirîye. Îro jî, li Şingalê , Wartoyê, Amedê, Cizîrê, li Kobanê jinên Kurdistanê tên kuştin; li gelek cîhan bi awayekî tazî laşê wan têne teşhîr kirin. Şerê li bakurê kurdistanê heyî zerarê dide gelê me, welatê me û herî zêde jî dide jinên Kurdistanê. Em divê dest bidine hevdu , li dijî şer derkevin û ala azadîyê bilind bikin. Lê berîya her tiştî divê hemû mêr bikaribin bi empatî li rewş, maf û pirsa azadîya jinan binerin. Empatî jî dê derîyekî li azadîya jinê veke. Divê jin bi awayekî birêxistinî, bi yekgirtineke xurt him li doza azadîya xwe, him jî li doza azadîya Kurdistanê xwedî derkeve.Em wek PAK dibêjin ‘ji nuha ve Kurdistan û ji îro de ji jinan re azadî’ . Azadîya jinê dê azadîya mêran jî xurtir bike.’’ Piştî axaftina Mustafa Özçelik, li ser navê malbatên mexdûrên Sûr a Amedê, jineke Kurd, bi Kurdî axafitnek kir.Jina mexdûra Sûrê, di derbarê rewşa xwe ya berî şer, di dema şer de û piştî şer û ev mexdûrîyeta ku nuha tê de ne, axaftineke hestyar kir. Vê axaftinê tesîreke mezin li ser beşdarên çalakîyê kir.Çalakîya Çarpelê ya 8ê adarê,, bi slaytên di derbarê jiyan û têkoşîna jinan, bi helbest û gotar û melodîyan dewam kir. Grûbên muzîkê yên Çarpelê xebatên xwe pêşkêş kirin. Ozan Fatê jî , çend stranên gelêrî pêşkêşî başdaran kir.Di çalakîya ÇARPELê de malbatên mexdûrên Sûrê, gelek kel û pelên ku wan bi xwe bi destan çêkiribûn jibo alîkarîya mexdûran li holê jibo firotinê pêşkêş kirin.Çalakî di atmosfereke dostane de gihîşt armanca xwe. Nêzî 200 jinên Kurdistanî, him 8ê adarê pîroz kirin, him jî jibo pêşde birina peywendîyên di navbera xwe de pêşewazîyeke germ nîşan dan. 06.03.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê