Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şehzade Demîr dibêje, “ji ber ku HUDA-PAR siyaseteke ku di xêra gel de ye dimeşîne û rê li ber kesên şerê welat dikin digire, ji piştî hilbijartinan ve rastî êrîşan tê.”
Li ser vê êrîşê bajarê Edenê li dijî avahiya HUDA-Parê, Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şehzade Demîr ji K24ê re got: “Mixabin îro Sekreterê Rêxistina Edenê Sacîd Pîşgîn dema li ser nimêjê bû hat kuştin, ev yek jî di dîroka Îslamê kêm hatiye dîtin. Em heta niha sedema êrîş û kuştinê nizanin.”
Li ser çawaniya êrîşê jî Şehzade Demîr got: “Serok Rêxistina Edenê Salih Demîr Sekreterê Rêxistinê Sacîd Pîşgîn dema li navenda serokatiyê bikomî nimêjê dikin, kujer bi kêreke mezin (sator) dikeve hundir û êrîş dike û kî tê pêş wî lêdide.”
Da zanîn jî, “êrîşeker niha di destê hêzên ewlehiyê de girtî ye û hîn lêpirsîn bidawî nebûye û ti zanyarî li ser vê êrîşê ji me re nehatiye.”
Şehzade Demîr got jî: “Ji piştî hilbijartinên 14ê Gulanê ve, HUDA-PAR gelek caran di medyayê de rastî êrîşan hatiye, ji ber ku HUDA-PAR siyaseteke ku di xêra gel de ye dimeşîne û rê li ber kesên şerê welat dikin digire. HUDA-PAR siyasetekê dike ku biratî û çareseriya pirsgirêkan li ser tê avakirin, gelek kes jî hene ji vê yekê aciz in.”