Nivîsar

Ji dîroka elfebên Kurdî li Ermenîstanê

Naha bûye mode, ku her karê dewleta Sovêtê bi rengê reş û feş tê nîşandan, şil û zaha, geş û reş, qenc û xirab gişk kûrmekê da, tê şewitandin.
Demekê bifikirin, eger qeydê sovêtê wî weletî da nehata demezirandîn, gelo ew edebiyet û medenyeta delal ya kurdên sovêtê wê hebya? Eger dewletê mecal çê nekira gelo ew civaka nexwendî, nîvkoçer, ya ji heja cihanê şûndamayî, bi teherekê ji qirr- birr û komkujiyan xlazbûyî, welatê xerîb da wê bikaribiya bigihîşta wê bilindayê û wan destanînên hêja?
Na!
Usane çi tiştê hatiye kirin, gerekê bê şêkirandin. Destanînên kurdên Sovêtê, îlahî yên kurdên Ermenistanê gişk saya dewleta Sovêtê û sîyasiya wêye miletiyê bûn.
Dema liErmenistanê qeydê sovêtê hate demezirandin hesavê binelyê wê, yên Kurd digihîşte nêzkaya 8 hezar 500 merivî.*
Ermenistan warekî agrarî, paşdamayî bû, halê aborî û sosiyalîyî pirr dijwer da bû, halê gelê ermenî jî ne tu hal bû. Rev-bez, şerr, komkujîyên salên 1915-1920 î, bi seda hezaran evdên mihacir e bê cî û sitar, xelayê, nexweşiyan, şerên navxweyî hal xelkê da nehîştibûn. Halê bineliyên wêye Kurd xirabtir bû. Çi hatibû serê ermeniya, hatibû serê kurdê wê heremê jî. Pêra jî fêodalî, koçerî, nexwendîtî bû. Bawarkî ji sedî nodnehê Kurdên wê heremê nexwendî bûn.
Hê salek jî ji ser demezirandina qeydê sovêtê ra derbaz nebûbû, seroketiya Ermenistanê, guhdarya xwe berbi halê kêmnetewan kir. Kêmnetew jî li Ermenistanê hîmlî Kurd bûn. Di nav kurdanda bi firetî û opêratîvî dest bi xebatên civakî, sosyal- kûltûrî û perwerdeyî bûn..
Sala 1921 ê, 23 ê meha nîsanê Komîsariyata Ermenistanê ya ronkayê biryar da, ku hemû dibistanên komarê da perwerde û ders bi zimanê dê bêne derbaskirin.(1) Usane gundên Kurda da jî gerekê ders bi kurdî bihatana dayîn. Lê ne elfeba kurdî hebû, ne jî kadrên miletyê. Ji bo helkirina pirsgirêkê komîsariyat gelekî opêratîv kete li nav hewldanan. Berê ewlin gerekê pirsa çêkirina elfeba Kurdî çareser bibiya. Pirsgirêk rehet nîbû. Di demeke gelekî kin da çareserya wê hate dîtin. Meha tîrmeha (jûlî) wê salê, li ser hîmê elfeba ermenî êdî destnivîsa wê elfebayê hazir bû. Ew Lazo (Hakob Xazariyan), nivîskar û kurdzanê bi eslê xweva ermenî, li ser hîmê girafîka herfê ermenî hazir kiribû (2) . Meha cotmehê dîsa wê salê kitêba dersa bi sernivîsa ŞEMS, li çapxana bajarê Êcmîadzînê hate weşandin.(3) Bi wê elfebê dest bi hazirkirina dersdaran kirin. Dersdarên ewlin hîmlî ermenî bûn, yên di nav civakên kurdada mezin bûbûn û kurmancî zanibûn. Sala 1921 ê gundên Ermenistanê yê kurdada 5 dibistanên despêkê hatin vekiein, hesabê şagirta 267 bû. Sala hînbûnêye 1925/1926 a hesabê mekteban gihîşte 10 a, yê şagirta 520 î. Sala 1927 a êdî 13 mektebên kurdî dixebitîn, ji wan ya gundê Cercerîsê ( niha Dêrik) heft sale bû.
Sala 1922 a bi hewldana Lazo, Ahmedê Mîrazî û hinek rewşenbîrên din, li bajarê Tilbîsê jî (Gurcistan) dibistana kurdî ya şevê hate vekirin. Wê demê ji qer û bir, şer û dewên wan salaye eyan malbetên kurden mihacir ( hîmlî êzdî) û zarokên sêwî tije wî bajarî bûbûn. Dibistanê da zerok him dixebitîn, him perwerde dibûn û şevê jî radizan. Xwendin, perwerde bi elfeba ŞEMS dihate derbaskirin.
Di dema xwe da wê elfebê û wê dibistanê roleke erênî jîyana Kurdên wî bajarî da lîstin. Ji nav şagirtê wê dibistanê merivên hêja, yên wek kurdzanê dinêeyan Qanatê Kurdo, mêrxasê welatê Sovêtê Semend Syabendov, helbestvan Qaçaxê Mirad û gelekên din derketin.
Vê elfeba Lazo, ji bo danîna bingeha perwerdê û xwendina bi zimanê kurdî roleke hêja lîst. Ew ji bo hazirkirina kadran pêwîst, vekirina dibistanan, hêsakirina xwendinê seva pêşîrojê bû hîm.
Lê karên piraktîk nîşan dan, ku elfeba Lazo nikaribû têra hemû qanûn, reng û dengên zimanê kurdî bike. Paşê jî kurd bi tenê li Ermenistanê nî bûn, civakên kurdan komarê din jî dijîtin, pêwîstî bi elfebake usa hebû ku him bi gor qanûn û xwestekên giramêra zimanê kurdî bûya û him ji bo temamiya Kurdên welatê Sovêtê û gelê Kurdî pirmîiyon kêr bihata.
. *Sala 1926 a hesavê Kurda Ermenistanê da digihîje 15.226, 1959 a 26.000, sala 1989 a….
Sala 1925 a meha çile (Yanvarê) hemcivîna Kurdên nepartivan ya nehya Hacîxelîlê (4) bi elametye berbirî hukumata Ermenistanê bû, ku mecala sazkin ji bo demezrandina Elfeba kurdî li ser hîmê girafîka latînî.
Hema wê salê, pirsa guhestina Elfeba kurdî, li asta serokatya Ermenistanê ya here bilind da (Plênûma Kommerkezya PK û hemcîvîna Partya Komûnîstên Ermenisranê ya 4 an ) hate enenekirin û biryar hate girtin.
Wan sala pirsa Elfeba û xwendina gelên kêmjimar temamya weletên Sovêtê da hatibû danîn. Nenihêrî pirsa demezirandina Elfeba kurdî ûsa jî di nav serokarya Komarên Gurcistanê û Adirbêcanê jî dihate girtûgohkirin lê karê piraktîk ê pewîst li Ermenistanê dihate kirin. Sala 1928 a 8 meha hezîranê bi biriyara Kommerkeziya PK Ermenistanê komîsyonek hate sazkirin. Di nav wê da bûn Askanaz Miravyan, (5) Erebê Şemo, Şemo Têmûrov (6) û hinekên dîn.
Wê komê, bi rastî jî xebateke opêratîve hêja kir.
Dewiya sala 1928 a Elfeba kurdî ya bi girafîka latînî bi hazirkirna Îsahak Marogûlov (7) û Erebê Şemo êdî li ser texte bû.
Meha adarê, sala 1929 a kolêgiya komîsariyata RSS Ermenistanê ya ronkayê biriyara pilana kêranîna Elfeba kurdîye nû da. Wê biryarê da usa ji çareserkirna gelek pirsên ferze din hatibûn pêşda kişandin, weke wextekî kin da bi wê elfebê weşena pirtûkên dersa, kûrsên hazirkirina dersdaran, rêk-pêkirna karên dibistanan, di aqara komarên Pişkavkazê gazîkirna Konfêranseke zanestî. Hate sipartin rojhilatzanê mezin Î. A. Orbêlî ku ew giramêra zimanê Kurdî hazirke û biweşîne (8)
Ji bo fêrbûna wê elfabê hema wê salê kitêba dersa ya Î.Marogûlov û Erebê Şemo „Xwe- xwe hînbûna xandina nivîsara kurmancî“ hate çapkirin.
Sala 1930 î êdî temamya dibistanên kurdî yên Ermenistanê xwendin û weşena pirtûkan bi elfeba nû bû. Wê salê li Yêrêvanê dest bi weşena rojnema RYA TEZE bû.
Ji bo dibistanên kurdî hazirkirna dersdaran meha tebaxê (avgûst) sala 1930, hukumata Ermenistanê biryar da despêka sala 1931î li Yêrêvanê xwendinxana Pêdagogyê ya Pişkavkazê veke. Xendexanê, ne ku tenê ji bo dibistanên kurdî yê Ermenistanê, lê ji bo komarên Pişkavkazê û Tûrkmênistanê jî gerekê dersdar hazirkira. Xwendevan jî ji wan dera dihatin. Sala xwendinê ya ewlin xwendinxanê da 60, ya duda 105, lê ya sisya hesevê xwendevana gihîşte 110 a. Ji wen pênc jin bûn. (9)
Sala xwendinêye 1929-1930 î li RSS Adirbêcanê dibistanê zimanê kurdî vebûn, hinekî peyra RSS Turkmênistanê jî dersê zimanê kurdî hatin dayin.
Sala 1932 a li Ermenistanê hesavê dibistanên Kurdî gihîşte 35 a, di wan da 2051 şagirt perwerde dibûn. Wan dibistana da xwendin bitevayî bi zimanê kurdî bû.
Dewleta Ermenistanê mecalên berfire saz kir ji bo weşena pirtûkên dersa, yê edebî, têxnîkî, bîologî, sîyasî, dirokî. Pirtûkê dersa gişk bi zimanê kurdî bûn. Heta sala 1933 a 59 nav kitêb bi tîraja 91 hezar hebî hatin weşendin.
Jîyana kurdên Sovêtê da bûyareke dîrokî bû konfêransa Kurdzanî ya hemsovêtiyê. Konfêrans) sala 1934 a, 8-14 tîrmehê (îyûlê) li Yêrêvanê hate derbasbûn. Ji Adirbêcanê, Gurcistanê ,Ermenistanê, Tûrkmênistanê, Lênîngiradê, Moskivayê 90 nûnerên kurdzanyê tevî xebatê konfêransê dibûn.
Konfêrans bin serokatya serokê dîwana komara Ermenistanê da hat derbaskirin, pirsên danîna bingeha zimanê kurdî yê edebî, rastnîvîsar, elfeba, gramêra kurdî, pirsên têrmînologya kurdî hatin lênhêrandin. Konfêransê zaravê kurmancî yê kurdên Ermenistanê nas kir wek zimanê kurdên Sovêtêye bingehîn. Biryar da û siparte înstîtûta kûltûrayê û dîrokê ya Ermenistanê, ku berhemên folkora kurdî ku ji sala 1931 ê ji nava xelkên Ermenistanê hatibûn nivîsandin bê weşandin.(10).
Guhdarî dihate danîn li ser pirsa jinan, bilindkirina dereca wane xwendinê, sosiyal -kûltûryê. Bi biryara hukumata Ermenistanê sala 1936 a komek keçên Kurd kûrs xilaz kirin ku baxçê zaroka, kitêbxane û kilûbên gundên Kurda da bixebitin. Sala 1937 ji bo hazirkirina dersdarên kurde jin Yêrêvanê da kûrsên dusale hatin vekirin. Wanda 30 keçên kurd duxwendin. (11)
Usa, bi xemxuriya serokatya komara Ermenistanêye xêrxwez salbisal hesavê dibistana, şagirta, weşena pirtûka zêde dibû, rewşembîrya kurdî pêşda dihat. Di rêya edebyet û zanyaryê da nivîskar û zanyarên Kurd gavên ewlin diavîtin.
Sala 1932 a li rex yekîtya nivîskarên Ermenistanê beşa Nivîskarên Kurd vebû. Wê salê berevoka efrandinên nivîskarên kurd ya ewlin hate weşendin. Sala 1934 bi navê „ Nivîskarên Kurd“ berevoka duda, salek peyra ya sisya bi navê „Kitêba sisya“ hate weşendin. (12).
Bi heqî wan kitêbada, payê berhemayî pirê dûrî pîvanên efrandinê bedewetyê ne, lê çi jî hebe ew cîyê vala çê bûne û rola wan wek bûyara dîrokî heye, Bi wan ji bo xebatên paşîrojê hîm, bingeh dihate danîn, civakeke kadran li hev dicivyan.
Bi efrandinên xweye ewlin Erebê Şemo, Ahmedê Mîrazî, Hecyê Cindî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco, Etarê Şero û yên din pêşda hatin.
Ji edebyeta cihanê û gelên welatê sovêtê gelek werger hatin kirin…
Bi elfeba Latînî PSS Adirbêcanê û PSS Tûrkmênistanê jî bi zimanê kurdî dest bi weşena kitêbên dersa û edebyeta bedewî bû. Sala 1930 î heta sala 1938 a Adirbêcanê bi zimanê kurdî 26 nav kitêbên dersa û edebyeta mayîn, lê Tûrkmênstanê 8 nav kitêb hatin weşandin.(13)
Bi heqî gerekê bê şêkirandin ku ji sala demezirandina qeydê Sovêtê girtî, heta sala 1937 a welatê Sovêtê da guhdarîke pirr mezin datanîn li ser pêşdaçûyîna kûltûr û perwerda kêmnetewan. Ermenistanê da ji bo wê para Kurdan tu mecal nehatye hêvişandin.
Gerekê neyê jibîrkirin û şêkirandin xemxurî, amintî, û û bi xêrxwezî berbirbûna rewşenbîr û serokatya Ermenistanê yê wê demê berbi wê para gelê me.
Şedê wê demê derheqa xêrxwezya sêkrêtarê ewlin yê Kommerkezya PK Ermenistanê Axasî Xancyan da jibîr tînîn. Ew ermenyê Wanê bûye, kurdî rind zanibye, dostanya malbeta wan û kurdan hebûye. Gilî dikin ku Axasî Xancyan bi şexsî helê kurda dipirsî. Du cara çûye xwendinxana Kurdî ya Pêtagogyê, pirsgirêkên wan hisyaye û alîkarya wan kirye.
Axasî. Xancyan jî bû qurbana dijweryên salê dIktatorya stalînîzmê.
Nava wan sala da li ser hîmê Elfeba Kurdîye Latînî ji 180 navî zêdetir kitêb û biroşûr hatine weşandin. Xwendinxana pêtagogyê di nav wan sala da, 70 dersdaren bi xwendina pêtagogyêye navîn ji bo dibistanên gundên Kurdan hazir kir. (14) Gelek cîwanên Kurdan li bajarên welatê sovetê yên başqe- başqe da xwendina bilind dest anîn… Tevgereke hêja û gurr dest pê bûbû, wê pirr karê bihata kirin eger dijweryen rêjîma stalînîzmêye dîktatoryê rê li wî karî negirta.
Sala 1938 pirsa guhestina Elfeba kurdîye latînî bi ya rûsî (kirîlî) pêjda hate kişandin. Sala 1941 ê Komîtêya Têrmînologîyayê ya RSS Ermenistanê karê Elfeba nû siparte Hecîyê Cindî.
Hukumata Ermenistanê bi biryara xweye 909 ya 3 ê hezîranê, elfeba nû ya ser bingeha girafîka kirîlî bi zêdekirina hinek tîpên latînî û hinek tîpên ermenî erê dike.
Dest bi herba navbera Almanya hîtlêryê û weletê Sovêtê dibe. Karkirna Elfebê tê sekinandin.
Sala 1944 a dîsa pirsa Elfeba kurdî tê meydanê. Komîsya nû zêdekirina tîpên ermenî pêwîst nabîne, Elfeba li ser tîpên rûsî , ku Hecyê Cindî hazir kiribû çend tîpên latînî jî zêde dikin û ji bo kêranînê erê dikin. (15)
Sala 1946 a kitêba ELÎFBA nû, ya Hecyê Cindî, bi tîpên kirîlî ji bo dibistanên gundê kurdan hate weşandin. Ew ELÎFBA heta hilweşîna welatê Sovetê, bi deha cara hate weşandîn û dirêjaya wî wextî, zarokên Kurdan pê hînî zimanê dayîkê bûn.
Ji pey mirina Stalîn ra, sîyasya Sovêtê da dîsa Kurd hatin rojavê. Dîsa li komara Ermenistanê dezgehên çanda kurdîtyê vebûn û bi elfeba kirîlî, bi hêzeke xurt karê xwe berdewan kirin. (Rojnema RYA TEZE, Radyoya Yêrêvanê-para axaftinên Kurdî, beşa nivîskaran li rex Yekîtya nivîskarên Ermenistanê, para Kurdzanyê û dezgehên din).Temamya gunden kurdan da êdî dibistanên heftsale û navîne rêk-pêk hebûn. Vê carê êdî dibistanên gundên kurdan da êdî perwerde bi gişkî bi zimanê ermenî, rûsî, yan adirbêcanî dimeşya. Heftê da sehetek yan dudu dabûne zimanê kurdî. Êdî kadirên miletiyê pêşda hatibûn, bingeha kurdewariyê ya kûltûrî, sosyalî, edebî rojbiroj xurt dibû. Tevî Erebê Şemo (nû ji sirgûnê vegerya bû), Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl barê pêsvabirina çand û kûltûra gelê xwe Mîroyê Esed, Xelîl Mûradov, Şekroyê Xudo, Mîkayêlê Reşît, Elîyê Ebdilrehman, Qaçaxê Mirad, tevî nivşa gênc dan ser milê xwe û bi serfirazî pêşda birin.
Eger di nav kurdan da heta sala 1940 î merivên bi xwendina bilind ser tilyan dihatin hesabkirin, lê dewya salên pêncîyî virda bi seda dîrokzan, zimanzan, nivîskar, rojnemevam, dersdar, bijîşk, mehenhengîz û xweyê meslêkên cûrbicûr pêşda hatin. Wan bi dereca xweye zanyaryê ji kadrên gelên cînar danedixistin. Geleka dereca doktoryê, profêsoryê standin. Bi seda pirtûkên edebî, zanestî yên giranbha bi kurdî hatine weşendin.
Elfeba kirîlî heta hilweşîna welatê Sovêtê berdewan kir. Bi hilweşîna Sovêtê ra bawarkî dezgehên kurdewarî yên li Ermenistanê bi temamî hilweşiyan, bûne kelefe.
Niha Komarên Sovêta bêrê da, dîsa hinek kar û barên kurdewarî tên meşanîn lê tev jî bi elfeba latînî ya Celadêt Bedirxan .
Van bîst salê dewyê, li Ermenistanê, bi alîkarî û hewldana miletçiyên ermenî, dûtîretî keta di nav Kurdên êzdî. Parek êzdiyan bi piştgirtiya deshilatdariya komarê gotin ku giva ew kurd nînin, êzdî miletekî cudaye. Serokatya Komarê bi xurtî pişta wan girt û wanra mecalên kûltûr-perwerdeyî vekirin.
Hinek dibistana da zerokên êzdiyan ra dersên zimanê „êzdîkî“ tê dayîn. Kitêbên dersa hatine weşendin. Lê elfeba kirîlî tê kêranîn.
Bi texmîna min, meremê miletçyê komarê, bi kêranîna wê elfebê ewe, ku wê para êzdiyan ji bingeh û koka wan, çand û kûltûra wan ya kurdîtyê û êzdîtyê (niha bi elfeba latînî û erebîye) dûrxîn û karibin di nav xweda bihelînin.

Çavkanî
1.X.M. Catoev, Kurde Ermenistana Sovêtê, bi zimanê rûsî, Yêrêvan 1965; ru 114.

  1. Lazo (1869-1926): Kurdzan, nivîskar, dersdar. Xudanê elfeba kurdî li ser hîmê şirîfta ermenî û kitêba dersaye ŞEMS (1921). Sala 1922 a bi însatîva wî bajarê Tilbîsê da dibistana kurdîye ewlin hate vekirina û bi xwe jî bû berpirsyarê wê. Tevî rewşenbîrên Kurd Ahmedê Mîrazî, Kemal Bedirxan, Emînê Evdal Esedê Cango karekî kûltûrîyî mezin kir di nav civaka kurd ya wî bajarî da. Kînofîlma ZERÊ (1926), li ser hîmê kurteçîroka wî hatye kişandin.
    Lazo, usa jî, ji emrê kurda bi zimanê ermenî efrandinên edebî, dîrokî nivîsîne, zargotina kurdî berev kirye, karê wergerê va mijûl bûye.
    3.N.X. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1959, rû. 224; Hecîyê Cindî, Oçêrk, edebyeta kurdên Ermenistana Sovete, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1970, rû30-31
  2. Hacîxelîl (niha Saxkahovît) navê gundekî ermenya ye li berpala çîyayê Elegezê. Wê demê merkeza nehyê bûye. Li nav wê nehyê da 12 gundên kurdên êzdî yên navça Elegezê bûn. N. X. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1957, rû 224.
    5.A.Miravyan, şexsekî ermenyayî bi nav û deng, wê demê komîsarê ronkayê yê RSS Ermenistanê bû.
  3. Şemo Têmûrov, serleşkerekî kurd yê leşkerê sovêtê. .
    7.Îsahak Marogûlov* sala 1868 a ji dayka xwera bûye. Bi eslê xwe aşûriye. Bavê wî despêka sedsala 19 an ji Îranê koç dike tê Ermenistanê wîlayêta Yêrêvanê, li gundê Divînê binecî dibe. . Wê demê ew herem bin hukumê dewleta Rûsyayê da bû. Îsahak ji pey xilaskirina dibistanê û sêmînarîayê ra sala 1888 dest bi karê dersdaryê dike. Salê dirêj li dibistanên gundên Şaxtaxtê (Qeza Naxîcêvan), Divînê (Qeza Qemerlûyê) dixebite. Zarotyê da ew hînî zimanê kurdî dibe. Hersal mala wan derdiketin zozanê Elegeze û bi meha ew nav zarokên kurda da dima.
    Sala 1905 a serokatiya dezgehên xwendinê, ya herema Yêrêvanê, Î. Marogûlov dişînine gundê êzdiya Zorê (qeza Surnelyê) wek dersdarê zimanê rûsî.. Ew dibistan dewleta rûs ji bo zarokê kurdan vekiribû. „ Li vir, li Zorê fikira çêkirina Elfeba kurdî cem wî pêşda tê.“
    Piştî li komarên Pişkavkasê dest bi dewrana nû dibe, Marogûlov bi xurtî xwe amedeyî karê çêkirina Elfeba kurdî dike. Dema ew karê elfebayê li ser hevda tîne, gotareke zanistî bi navê „Elfeba kurdî“ kovara „ Çand û nivîsandina rojhilatê“ da bi zimanê rûsî diweşîne. Gotarê da bi kûrayî derheqa wan xisûsyên ziman û giramêra kurî da tê gotin, ku ewî ji bo çêkirina Elfebê xwera weke bingeh hildabû.
    Elfeba kurdî ya li ser bingeha girafîka latînî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo sala 1929 an kete nava jîyanê.
    Îsahak Marogûlov sala 1933 çû ser dilovanya xwe. Rojnema RYA TEZE kar û xebaten wîye kurdewaryê bilind qîmet kir. „Hevalê Marogûlov bi elîfbêra girêdayî salên paşin dersdar bû, dersdarê zimanê kurmancî, rûsî. Kûrsa dersdarên kurmancî ji ewlinda wî zimanê kurmancî hîn dikir. Di têxnîkûmêda (xwendinxana kurdîye pêtagogyê) dîsa dersdarê zimanê kurmancî û zimanê rûsî bû. Di nava salên paşinda jî wî bi zimanê kurmancî pênc kitêb nivîsîne“.
    Gelekî balkêşe gotara Cerdoyê Gênco. (RYA TEZE, sala 1933; 15 îlonê; N 42 (129).
    *Celîlê Celîl, Rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd, bi zimanê kurdî, Wîên 2002 rû 139-143.
    (Sûretê Marogûlov û yê êlfeba kurdîye latînî min ji wê pirtûka prof. Celîlê Celîl hildaye,
    sûretê ŞEMS ji orgînalê.
    8.X.M. Catoev, Kurde Ermenistana Sovêtê, bi zimanê rûsî, Yêrêvan 1965; ru 118.
  4. N.X. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1959, rû. 242.
  5. Dîsa li wur. rû 234.
  6. RYA TEZE, 26 ê martê, sala 1969 a.
  7. Hecîyê Cindî, Oçêrk, edebyeta kurdên Ermenistana Sovete, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1970, rû 35-36.
  8. RYA TEZE, 26 ê martê, sala 1969 a.
  9. Dîsa li wur.
  10. . N.X. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê ermenî, Yêrêvan 1959, rû. 240.
    Eskerê BOYÎK
    26.03.2009
Back to top button