Ji bo Zimanê Kurdî hev rexne dikin
Dadgehekî li Diyarbekirê ji bo Zimanê Kurdî gotina “zimanê ku nayê naskirin“ ji aliye dadwer ve hate bi karanîn.
Li ser vê yeke wezîrê Dad a Tirkiye Abdulhamit Gül ev helwesta dadwer rexne kir û di vê derbarê de daxûyaniyek da. Gul dibêje: Dayîkek Diyarbekirî kurdî diaxêve.Lê ev wek “ zimanek ku nayê zanîn“ tê navkirin. Gelo tu çewe dikarî ji zimanek ku ev hezar sale tê axavtin dibêjî “zimanê nayê zanîn “ Ev mînak dide xûyakirin hêja hinek aliyên marjinal difikirin hene. Li Tirkiye hinek insan ji bo awayê jiyana wan ji civatê tene dûr xistin. Ev tablo bere hebû niha nemaye. Me gelek sûd ji vê ziyniyetê wergirt. Lê li himber vê yeke hêja hinek helwestên marjinal mixabin berdewam dikin.
Di berdewamiya daxûyaniya xwe de wezîrê Dadê got: 50 salî dayik li gel kurê xwe kurdî axiviye, tu niha ji vê yekêre dibî asteng.Tu astenga ji ziman û baweriyên wêre çêdikî. Ev siyaseta inkar kirin û asîmîlasyonê berê hebû. Ji bo carek din ev yek newê kirin me dersen mezin ji siyasete û hukukê derxistin.
Li himber vê daxûyaniya wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, cîgirê serokê Partiya Paşerojê Dr.Selçuk Ozdag jî daxûyaniyek da û vê helwesta Gul rexne dike.
Ozdax dibêje: 5ê Adara 2013ê hukumetê yasayek derxist ku, bi zimanê dayikê di dadgehan de parstin tê kirin.Bi vê yasayê dadgeh mecbûrê ji bo kesên Tirkî nizanibin tercümana bîne. Gul berpirsê wî dadwerê ku ev biryar daye. Gerek di cihde di derberê vî dadwerî de lêkolîn bikira û cezayekî bidayê. Dewsa vê behsa siyasete dike. Ev helwesta Gul ne cidiye û wek refleksi siyasî daxûyanî daye. Divê Gul di demildest lekolînek destpêbikira û ew dadgeh û dadwer ceza bikira. Di vê derbarê de yasa heye.