CîhanRojev

Ji bo serkeftina komiteya destûrê hevkariya navnetewî pêwist e.

Nunerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen li ser rewşa niha ya Suriye dibêje ku; pêwistiya vê pêvajoyê bi dayîn standinên rasteqênî heye. Ji ber ku her gavê rewş dikare têkherê.

Ji berî civîna îro ya gera pêncemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî ya Sûriyê, Pedersen civînek a çapemeniyê li darxist û got:Tevî ku ev 10 meh in li Sûriyeyê de aramiyek çêbûye û di eniyên şer pêşî de hin guhartin çêbûne, lê dibe ku rewş her gavê were hilweşandin û Komîteya Destûrê nikare bêyî aliyên din kar bike.

Pedersen da xûyakirin ku; pêwîstî bi hevkariya navnetewî û danûstandinên rasteqîne heye û divê aliyên cuda bicivin û vê pêvajoyê bi pêş ve bibin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button