CîhanRojev

Ji bo rexne li Hizbullahê dikira hate kuştin

Ajansa Reutersê ragihand ku weşangerê navdar yê Şîayê Lubnanî Lokman Slim îro Pêncşemê li nava trombîla xwe mirî hate dîtin.

Ajansê ragihand Slim li başûrê Lubnanê bi 4 gule hatiye kuştin û ev kuştina yekê ya kesekî navdar ya di nava vê salê de ye.

Slim wek kesekî rexnegirê Hîzbullah dihat zanîn û pir caran dijî helwesta wê ya kontrolkirina qada sêyasetê ya zorê dinivîsî.

Xwenîşanderên dijî Hîzbullah wêneya Lokman Slim radikin

Karbidestên ewlehîyê got ku telefona Slim li kenara rêyê hatiye dêtin û sedema kuştina wî hîn ne dîyar e.

Xwîşka wî ji medyayê re got ku ew jiber kuştina birayê xwe ji Hîzbullahê guman dike.

Back to top button