Ji bo meseleya Kurd û Kurdistanê yekitî pêwîste
Ez roja 24/ 11/ 2013 dema ez ji bo semînerekê çûbûm Sêrtê, min bihîzt ku Dr. Ekrem Bîlek rêvebertiya Komeleya Aştiya Meclisa Tirkiyê dike. Ev komele wek qasidên aştiyê niha di navbera hêzên çekdar û yên dewletê de dilqekî mezin didine meşandin.
Bala min pir kete ser van texlît komeleyan û min xwest ku ez hevpeyvînekê pê re çêbikim û ji bo medyaya Kurdî pêşkêş bikim.
Pêşî divê hinekî Dr. Ekrem Bilek bidim nasandin:
– Dr. Ekrem Bilek di 1951ê de li Qeserdîba Binxetê hatiye dinyayê. Bavê wî Ebdulkerîm kurê Resûl Axa yê serokê eşîra Jêliyê bûye. Diya wî Qumrî xanim keça Ehmedê Mîrî, ji koçerên Başûrê Kurdistanê bûye. Di 1973an de zewiciye û bavê sê zarûkan e.
1957an de dema ku ji Binxetê hatiye Bakûr, li bajarê Sêrtê dibistan xwendiye, du sal li navçeya Eynê xwendiye, piştre xwendina navîn û lîse dîsa li Sêrtê xwendiye. 1976an de fakulteya Tibê li Amedê qedandiye. Li Colemêrgê du sal weke bizişk kar kiriye, piştre çûye Sêrtê û li karê xwe berdewam bûye. Dema Cuntaya Leşkerî ya 1980yî ji bo Aydinê hatiye sirgûnkirin, piştre ew hinartine bajarê Mêrsînê. Demekurtek piştre dest ji kar berdaye û çûye li zanîngeha Amedê dest bi ixtîsasê kiriye. Di 1984an de dema ku ixtîsasa xwe qedandiye, li Bedlîsê kar kiriye.
1989an de jî bûye şaredarê Sêrtê û pênc sal jî wek şaredar kar kiriye. Piştre li nexweşxaneya Sêrtê kar kiriye. 2002an de ji di partiya CHPê de bûye parleman. Lê hilbijartina Sêrtê hatiye betalkirin. Piştre serokwezîrê Tirkiyê Recem Teyib Erdogan wek berendamê parlemanê li Sêrtê ketiye hilbijartinê. Ji bilê wî, hemî kesên ku ketibûne hilbijartinê jî, wenda kirine û Dr. Ekrem jî di nava yên wendakirî de bûye. Niha jî li Sêrtê nexweşxaneyeke taybet heye ku Dr. Ekrem rêveberiya wê dike.
Zeynelabidin Zinar
Sêrt 24/11/ 2013
– Dr. Ekrem Bilek. Ev Komeleyên Aştiya Meclisa Tirkiyê Çi Ne û Çi Kar Dikin?.
– Piştî ku Ebduleh Ocalan li Kenyayê hate girtin û ew anîn Tirkiyê, di wê demê de jî ”agirbest” hebû. Li ser wê meselyê gelek kesên xuyanî hatin cem hev û ev cûre komele avakirin.
Ev sazi di sala 2000î de hatiye avakirin. Ev cûre komele li bajarên weke Stembol, Enqere, Izmîr, Diyarbekir, Samsûn, Trabzon, Sêr û Wan û li hin bajarên din jî hene. Niha ez birêvebirê Komeleya Aştiya Mecilsa Tirkiyê ya Sêrtê me.
– Li destpêkê xelkê Sêrtê bi çi çavî li vê komeleyê dinihêrtin?
– Di serê pêşî de kesî zêde xwe nedida aliyê vê komeleyê. Ez bi xwe jî, di nava komeleyê de min karekî aktif nedikir. Lê di van pênc-şeş salên dawiyê de, ez bi awayekî aktîf kar dike. Niha jî pir kes li Sêrtê piştgîriya vê komeleyê dikin.
– Cara pêşî ev cûre komele li kîjan bajarî hatine avakirin?
Ewil ev cûre komele li bajarên Kurdistanê, piştre jî li hin bajarên Tirkiyê hatine avakirin.
– Piştî avakirinê, Komeleyê dest bi çi cûre çalakiyan kiriye?
– Piştî avakirina van komeleyan li bajarên cihê, çalakiyên pêşî konferens hin hatin lidarxistin. Piştre ev komeleyên li herêmê di nava xwe de civîn çêkirin.
– Civînên we yên wisa balkêş çi bûne?
– Di sala 2007an de civîneke pir mezin li Enqerê hate çêkirin. Di wê civînê de gelek kesên rewşenbîr û siyasî yên cuda peyivîn. Piraniya rojnameyên rojane beşdar bûbûn. Di civînê de biryarên girîng hatin wergirtin. Ji bo herêma Kurdistanê jî, çar xalên girîng hatin pejirandin. Ew biryar ev bûn:
Sosyo-ekonomiya Kurdan?
Aboriya Kurdan?
Pirsgirêka Çandî ya Kurdan?
Daxwazên Kurdan?
Beşdarên civînê hemû, çi çeprew û çi rastrew, bi yendengî van xalan pejirandin. Lê grûba Hizbulah û Cemaeta Fethulah Gulenî xwe ji wê civînê dûr hêlabûn.
– Piştî Civîna Enqerê rewşa we bû çi?
– Sala 2009an, dema serokomar Ebduleh Gul diçû Îranê, di balafirê de got ku wê li Tirkiyê tiştên spehî çêbibin. Wê hingê me jî fêm kir ku wê çi çêbibin. Îcar me li Sêrtê jî civînên xwe geş kirin. Di van civînan de Kurd, Ereb û wekî din grûbên xwediyê baweriyên cuda cuda jî beşdar bûn û munaqeşe li ser babetên cuda hatin kirin.
Di wan civînên li Sêrtê de, me behsa medreseyên Kurdî jî kir û me got ku ”Medreseyên Kurdî, li welatê me rastiyek e ku nayê veşartin. Gelek zanayên derdemî ji wan medreseyan jî derketine holê. Lê mixabin heta niha jî kesek neçûye ba peyrewên Medreseya Kurdî û pirsgirêkên wan nepirsiye. Divê em herin ba wan jî û pirs ji wan bikin.”
Ev mesele ji bo me bû mina dersekê. Em rabûn çûn ba wan kesên ji Medreseyan. Me gote wan: “Ev hinde medrese li pêşberê nezanîn cewrtiyê hatine avakirin.” Me ev jî gote wan: “Eger evên derva dest ji çalakiyên xwe berdin, piştre dê medreseyên we jî bêne girtin.”
– Gelo çi dibû asteng ku xebata we berepêş nediçû?
– Birastî me bala xwe dayê ku meseleya Kurdistanê tenê bi mejiyê çepîtiyê nayê meşandin. Piştî vê yekê, danûstendinên me pir spehî bi mele û şêxan re çêbûn. Piştre me hemi civatên sivîl û partiyên heyî kom kirin. Lê mixabin gava ew bûyerên li Silîva û Xabûrê derketin hole, ev pêvajo careke din kulek bû.
– Niha rewş çewan tê dîtin?
– Serê vê sala hanê ku careke dî Teyib û Evdile Ocalan dema mercên aştiyê danîn erdê, dîsa tevger û livaka me ket bezê. Ev tevger û libat hem li Sêrtê û hem jî li giştiya Tirkiyê bi awayekî lezgîn berepêş dice.
– Çalakiyên dawîn ên Komeleya we çi çêbûne?
– Me di van demên dawîn de, du konferans çêkirine ka ev aştî ji Kurdan re çi tîne û çi sûda Kurd û Tirkan bi hev re heye? Li ser vê yekê tifaqeke spehî li Sêrtê çêbû. Bi baweriya min, li çu bajarekî Kurdistanê, weke vê demê tifaq li Sêrtê nehatine çêkirin. Li hin komeleyên li bajrên Tirkan, çepên Tirk û Kurdên me, gelek munaqeşeyên giran jî kirine û wan gotiye: “Çewa dibe ku hûn careke din şêx û axayên xwe tînin nava meselê?”
– Hatiye ragîhandin ku Konferenseke Îslamî li Amedê çêbibe. Gelo hûn çi ji vê dipên?
– Piştî ku Evdile Ocalan got: “Bila konferenseke olî li Diyarbekirê çêbibe” îcar hin kes hatin gotin me ku wa ye wisa dibêje. Me jî gote wan: “Pêşî hûn yên xwe bidin hev, piştre yên me jî dê werin konferansê.”
– Dîtina te ya dawîn çi ye?
Bi dîtina min, meseleya Kurd û Kurdistanê, êdî ketiye qonaxeke wisan ku medrese be jî, axa be jî, şêx be jî, feqîr û dewlemend bin jî, dive tifaq û yekîtiyek di navbera wan de bête çêkirin. Eger ne wisan be, wê dewlet vê meselê pir dirêj bike.
– Spas kek Ekrem ji bo ku te zemanê xwe ji me re veqetand!
Spasxweş, her serkeftî bin…