Cîhan

Ji bo Kurdistaneke Serbixwe

 Kurdên li Ewropayê li bajarê Almanyayê Kölnê dijîn ji bo ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin û ji bo ku ji welatên Ewropa jî piştgiriyê bistînin pêkhateyek bi navê “Komîteya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê” damezirandine. Ev komîte dê di dîroka 26.08.2017an wek navend li Kölnê festîvalekê li dar bixe. Ji xeynî Kölnê tê çaverêkirin ku li Awusturya Viyenna, heger xebatên wan encam bidin dê li welatên din yê Ewropajî di heman rojê de festîvalê lidar bixin. Kesên ku di vê komîteyê de cîh digirin xwe wek ‘’Civaka Sîvîl ya Serbixwe’’ binav dikin. Kesên di vê komîteyê cî digirin kesên sîvîlin ne di bin navê partî an dezgehekê de ne. Berdevkê komîteyê Mehmûd Kalo dibêje “Em bi partiyên Amedê re jî di têkiliyê de ne, heger rewş guncaw be dê heman rojê li Amedê jî ev festîval bê lidarxistin.’’ Berdevkê Komîteye Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Mehmûd Kalo ji Heftenameya Basê re behsa xebat û amadekariyên xwe kir.“Ji bo Kurdistana Serbixwe”Berdevkê komîteyê Mehmûd Kalo behsa damezirandina komîteyê û xebatên xwe yên berê û yê niha kir û got: Komîteya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê derdora sal û nîvekê ye hatiye damezirandin. 11 kes di komîteya bilind de cî digirin û hemu ji kesên serbixwe pêktên,em beşek ji civaka sîvîl in û li Ewropa li Almanya dijîn. Niha xebata li pêşiya me Festîvala Serxwebûna Kurdistanê ye. Berî 30-35 salan me behsa serxwebûna Kurdistanê li cîhanê û di civaka Kurdî de bikira ev wekî xewnekê bû,kesî nikarîbû gotina Kurdî bianiya ser zimanê xwe heta behsa serxwebûnê bike. Dema em li îro dinêrin ew xewn gav bi gav ber bi rastiyê ve diçe. 26ê meha 8an li bajarê Kölnê li qada Heumarktê emê Festîvala Kurdistana Serbixwe li dar bixin.Mehmûd Kalo dide xuyakirin ku dê bangî bi hezaran Kurd û Ewropayiyan bikin da ku beşdarî festîvalê bibin, di derbarê vê de wiha diaxive:Danûstandinên me bi Ewropayiyan re hene. Têkiliyên me bi parlementerên Fransî,Îngîlîzî re jî hene. Li Almanya Komeleya Civaka Kurdên Schweinfurt (Kurdish Gemeinde Schweinfurt) 10 hezar dawetname ji rêxistinên civaka sîvîl û ji çapemeniya Almanya re şandiye bo ew jî beşdar bibin. Hinek serokên partiyan gotin dibe ku em nikaribin tevlî we bibin lê dê cîgirê xwe bişînin. Her wiha têkiliyên me dê bi Wezîrê Rewşenbîriyê yê Urdinê yê berê Salih El-Qelab re hene ku ew dostê Kurdan e. Ji bo beşdarî festîvalê bibe emê ji wî re jî dawetnameyê bişînin.  Ji aliyê din têkiliyê me bi senatorekî Amerîkî re jî hene. Emê İsmail Beşikçi jî vexwînin festîvalê.Wek berdevkê vê komîteyê banga min ji kesên herçar parçeyên Kurdistanêyê ku li Ewropa dijîn ew e ku bi rengekî xweşik beşdarî festîvala serxwebûna Kurdistanê bibin. Banga min a mezin û taybet jî ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê yê ku li Ewropa dijîn re ye, ji ber ku li vir hejmara wan zêdetir e. Li gor texmîna me tenê li vîlayeteke Almanya (Nordrhein Westfalen) 100 hezar Kurdên Bakûrê Kurdistanê lê dijîn, banga min ji wan ku bi rengekî malbatî,ne tenê nûnerên partiyan,her kesê ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike bila werin di festîvalê de cî bigirin.Kalo di derbarê birêvebirina festîvalê û çalakiyên din de jî wiha amaje dike:Dora 30 komîteyên me li Almanya heye. Yên ku li bajaran jî dixebitin hemu partiyên herçar parçeyên Kurdistanê bi mere ne, piştgiriya me dikin lê ji aliyê aborî ve ti kesî alîkariya me nekiriye. Festîvala me dê rojekê berdewam bike ji seat 11ê sibehê dest pê bike heta 6ê êvarê. Ji xeynî festîvalê çalakiyeke me ya din jî heye lê hîn roja wê ne diyar e. Li hemû paytextên dinyayê yê ku Kurd lê dijîn şevekê emê mûman vêxin bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.Berdevkê komîteyê di dawiya axaftina xwe de fikrên xwe wiha tîne ziman ‘’Ez di vê baweriyê de me ku yek Kurdek tune ku li hember serxwebûna Kurdistanê bisekine. Ji bo serxwebûna Kurdistanê bi hezaran hêsrên dayikan hatiye barandin,bi hezaran kes şehîd bûne, jin bî mane. Ez bawer nakim yek kes di nav Kurdan de hebe li hember serxwebûna Kurdistanê bisekine.‘’Belkî li Amedê jî Festîvala Serxwebûna Kurdistanê pêk bê’’Mehmûd Kalo ji me re behsa naveroka festîvalê û behsa bajarên ku wê festîval lê çê bibe dike:  Ji bo festîvalê têkiliyên me bi Amedê re jî hene. Belkî di heman rojê de bi heman slogan û bernameyê li wir jî 26ê meha 8an Festîvala Serxwebûnê bê li dar xistin. Sazkirina festîvala ku wê li Amedê jî li dar bikeve li ser partiyên Kurdistana Bakûr in. Partiyên ku dê piştgiriyê bidin ev in; PAK, PDK-Bakur, PDK-T, Hak-Par, PSK niha têkiliyên me bi wan re hene. Ji bo kesên li Ewropa me 5 hezar alên Kurdistanê şewqe amade kiriye tîşörtên li ser wê bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî  “Serxwebûna Kurdistanê’’nivîsandiye me amade kiriye. Têkiliyên me bi Awusturya re jî hene. Em dixwazin festîval li paytextên Ewropa jî bê li dar xistin. Niha di rêzê  de Viyana, Awusturya, Amed heye em bi hêvî ne bêhtir li paytextan vê festîvalê lidar bixin. Weke mînak di demên pêş de emê bi Kurdên li London û Liverpolê dijîn re biaxivin. Ji ber ku Kurd bêhtir li van deran hene. Me xwest em dewletên cîranê Almanya yê ku Kurd lê dijîn jî têxin komîteyê.Nûjîn Onen/HEFTENAMEYA BAS

Back to top button