Polîtîk

Ji bo kurdan dewletek netewî pêwist e

Li Qosarê konferansa li ser mijara “Çareseriya Pirsgirêka Kurdistanê Dewleta Netewî ye” pêkhat.

Konferans, bi Sirûda Netewî û rêzgirtin bo Şehîdên Kurdistanê destpêkir. Nûnerên Partiyên Siyasî û Saziyên Civakî yên Sivîl, kesayetiyên serbixwe û gelê Qosarê beşdarî konferansê bûn.

Birêz M. Emîn Aslan li ser mijarên wek; “Modernîte û modernîzm çi ne”, “Pergala modern a cihanê çawa ye”, “Netew û netewî bûn çi ye”, “Ji bo çi ji me Kurdan jî dewleteke netewî pêwîst e” sekinî.

Birêz Aslan anî ziman ku “Pergala modern a cihanê, pergala dewletên netewî ye. Ev pergal, ji xeynî netew dewletan tiştekî din qebûl nake. Loma, ji bo ku em jî karibin di nav vê pergalê de cihê xwe bigirin û ji aliyê cihanê ve bêne naskirin; lazime ku em jî xwedî dewleteke netewî bin.”

Piştî axaftina Birêz Aslan, konferans bi beşa pirs û bersîvan dom kir. Di dawiyê de Birêz Bavê Qasr helbesteke xwe ya li ser Şingal û Kobanî xwend û konferans bi dawî bû.

Em spasiya Serokê “Zahireciler Derneği” Birêz M. Şerif Öter dikin bo alîkariyên wî yên di dema amadekariya konferansê de. 

Back to top button