Civak

Ji bo kêmkirina fişara ser Kobanî pêşmerge dest bi êrîşê kir

Ji bo kêmkirina fişara li ser Kobanî, îro hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li çend eniyên şer êrîşek berfireh kir ser terorîstên DAÎŞ û heta niha gelek gund û bajarok ji destê terorîstan rizgar kirine.

Helgurd Hikmet rêvebirê ragehandina wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de ragehnad ku, sibeha îro (30.09.2014) hêzên pêşmergeyê Kurdistanê êrîşeke berfireh li devera Zumar û Rebîye li dijî terorîstan dest pê kir û heta niha gelek dever ji bin destê DAÎŞ azad kirine û pêşmerbe ber bi pêş diçe.

Li gor daxuyaniya rêvebirê ragehnadina wezareta pêşmerge, her du gundên mezin Mehmudiye û Sadiye ku, dikevine bakurê Zumar ji aliyê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ve hatine rizgar kirin.

Helgurd Hikemt dibêje ku, destpêkirina van êrîşan ji bo kêmkirina fişara ser Kobanî  ye. 

Back to top button