Pêşmerge Rebîye kontrol kir

Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di êrîşkeeke berfireh de bo ser terorîstên DAÎŞ, bajarokê Rebîye û Mehmûdiye rizgar kirin û hêzên pêşmerge ber bi pêş diçin.

Haşim Sîteyê fermandarê lîwa 8 a pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji mediyayê re eşkere kir ku, bajarokê Rebîye bi timamî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye kontrol kirin û niha pêşmerge bajêr ji bom û  çekên çekdarên DAÎŞ bi cî hiştine paqij dike.

Li gor wî fermandarê hêzên pêşmerge di şerê rizgarkirina Rebîye û gundên derdûra wê; Mehmudiye, Sadiye, Çilbarat, Siudiye, Mîşraf û çend gundên din,  dirbeke mezin li terorîstan daye û gelek çekdarên DAÎŞ kuştine, 12 termên çekdarên DAÎŞ ketine dest pêşmerge ku, yek ji wan emîrekî çîçanç ye,  û dest bi ser çak û cebilxaneya terorîstan da girtiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: