CîhanRojev

Ji bo ji navbirina Koronayê hêviyek !

Cîhan ji sala 2019û pê de ketiye lepê nexweşîya Covid 19ê de û vê nexweşîyê bandorek mezin li jiyana insane kir û bi milyona insana ji ber vê nexweşîyê jiyana xwe ji dest da.

Herweha rewşa darayî li cîhanê tevlîhev bû. Cureyê pêwendiya mirova hate guhertin. Gelek welatan ji salekî behtir deriyê xwe li cihanê girtin. Di vê pêvajoyê de vaccînê hatin keêifkirin û jiyana bi milyona insane bi karanîna vaccine xilas bû. Lê her bi awayek zanistî lêkolin ji bo temamî ji navbirana Koronayê berdewam dikin.

Hewldanên mezin ên zanistî berdewamin ku vê vîrûsê ji jiyana insane bidin aliyekî.Li gora rojnemeya Ingilîzî Daily Mai, niha lêkolin encama didin û niha rêya ku koronayê bi temamî ji holê rake hatiye dîtin.
Zaningeha Amerikî ya Carolina Bakur,Chapel Hill(UNC) û Zanîngeha Duke ya li Durham , sistema ku li dijê Koronayê antikora peyda bike dîtine û navê vê jî: DH1047 e. Bi vê yeke rê li hemû cureyên vîrûsa Covid 19 tê girtin.

Back to top button