Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî, di daxûyaniyeka xwe de behsa rewşa penaberûn li ser sinorê Belarusya û Polonya mayin asê kir. Piraniya van penaberan Kurdin û hemwelatiyûn Iraqa federalin.
Di vê derbarê de Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî dibêje: Koçkirin rûdanek cihaniye, lê mixabin gelek cara jin,zarok dibin qurbanî û tujî nexweşîyên mezin dibin.Ewa niha li ser sinorê Belarusya û Polonya rû dide trajediyek mirovahiye. Penaber di bin sermayê de rojên dijwar derbas dikin.Rewşa wan metirsidar e û dikare bibe sedemê karasetek mezin.
Dezgehê xêrxwaziya Barzanî dibêje: Me weke erkekî mirovî, di nava hefteya borî de bi awayekî berdewam hewl da ku deriyekî yasayî bibîne, da ku bikare bi qasî şiyana xwe hewcedariyên sereke pêşkêşî koçberên li sînorê welatên Belarus û Polonyayê bike û metirsiyên li ser jiyana wan kêm bike, ji bo vê mebestê, bi awayekî fermî ji Konsulxaneya Belarusê ya li Iraqê, ji Wezareta Derve ya Polonyayê, ji Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Polonyayê û Konsulxaneya Iraqê ya li Polonyayê daxwaz kir, lê belê mixabin heta niha, ne tenê bersiveke erênî nedane, di heman demê de rê nadin ti rêxistineke mirovî alîkariya wan koçberan bike.”
Berdeamiya daxûyaniyû de Dezgehê Xêexwaziya Barzanî dibêje: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi soza serpirsyariya mirovî daxwaz ji welatan û rêxistinên mirovî yên navdewletî dike ku alîkar û hemaheng bin, da ku bi hev re alîkariya mirovî ji bo wan koçberan were dabînkirin û êşên wan werin kêmkirin, herwiha pêwîst e rêxistinên navdewletî tekezî li ser parastina canê wan koçberan bike û nehêlin reftarên dûrî yasa û bingehên mafên mirovan li hember wan werin kirin û demildest rêyeke çareseriyê ya guncaw were dîtin û li gor yasayan stargeheke wan hebe, da ku hewcedariyên sereke yên jiyanê ji wan re werin gihandin.”