PolîtîkRojev

Ji bo Herêma Kurdistanê koda ISO hat diyarkirin

 Rêxistina Standartên Navdewletî (ISO) bi fermî Herêma Kurdistanê wek herêmeke li Iraqê nas kir û kodeke taybet ji bo wê danî. Emojiya Ala Kurdistanê bi fermî tê çêkirin û li qada dîjîtal cihê xwe di nav alayên welatan de digire.

Daxwaz ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve hatibû pêşkêşkirin û îro jî rêxistina ISO li ser wê daxwazê koda taybet bo Herêma Kurdistanê danî, ku koda IQ-KR ji bo her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hat dabîkirin, ji bo ku di siberojê de parêzgeha Helebceyê jî desteber bibe, xebat didomin.

Li ser vê mijarê Qubad Talebanî got: “Çend sal berî niha min soza wê dabû ku dê emojiya Ala Kurdistanê bê çêkirin. Îro me pêngaveke girîng ber bi wê armancê ve avêt. ISO bi fermî Herêma Kurdistanê nas kir. Ev pêngav di danûstandinên elektronî yên navdewletî de û pêngavên zêdetir ên ber bi hikûmeta elektronî ve ji me re dibe alîkar.”

Li gor daxuyaniya ofîsa Qubad Talebanî, “Piştî rizamendiya rêxistina ISO û dabînkirina koda taybet, Herêma Kurdistanê li gor rênimayên rêxistina Unicode, dikare bibe xwedî emojiya Ala Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, ev naskirina Herêma Kurdistanê, ji bilî ku Ala Kurdistanê nas dike wek herêmek li Unicode, karhêsaniyê dike bo girêdana sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê bi sazî û dezgehên navdewletî ve.

Li gor daxuyaniyê, Qubad Talebanî ragihand, “Ev naskirin di miameleya elektronîk a navdewletî, pêngavên zêdetir ber bi hikûmeteke elektronîk, proseya bazirganiya elektronîk, posta navdewletî û pêşxistina sektora bankî li Herêma Kurdistanê alîkar dibe. Ez kêfxweş im ku ev naskirin, rêxweşker dibe bo pêkanîna emojiya Ala Kurdistanê bi fermî.”

Herwiha Qubad Talebanî pesnê rola wezaretên plandanînê yên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê da ku di vê proseyê de alîkarî dan.

Rêxistina Standartên Navdewletî (International Organization for Standardization-ISO), rêxistineke taybet e bi danîna pîvanên destûrên bazirganî, pîşesazî û karên girêdayî teknolojiyê û heta niha zêdetirî 160 welat ji aliyê vê rêxistinê ve hatine naskirin.

Back to top button