PolîtîkRojev

Ji bo heqaretên PYDê yên li dijî Pêşmerge me danûstandin ragirtin

Serokê nûnertiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li Herêma Kurdistanê ragehand, ji ber sivikî û heqaretên rêveberên PYD ya baskê siyasî yê PKKê li Rojavayê Kurdistanê li hember Pêşmerge me danûstan ragirtin.

Serokê nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîka ku çavdêriya danûstandinan dikir, soz daye sînorek bo reftar û binpê kirinên PYDê dayne û hewla ava kirina hewayekî baş bo destpê kirina danûstandinan bide.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber heqaretên serokê şandeya danûstankar a PYDê Aldar Xelîl a dijî Pêşmergeyên Rojava û gefxwarina li kesûkarên wan, danûstanên ENKSê û PYDê hatin rawestandin.’’

Ew berpirsê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir, ku li gel sivikayiya ango heqareta li Pêşmergeyên Rojava û gefxwarina li kesûkarên wan hêzên PYDê berpirsê navçeya Çilaxa yê ENKSê Ebduxefar Mihemed girtin û gef lê xwarin.

Newaf Reşîd got, tişta ku wisa kir ENKS berdewambe li danûstandinan, piştî PYDê rêkeftinên Hewlêr a yek û du û herwaha ya Duhokê binpê kirin, hatin ser xeta Amerîkayê ku danûstan di çavdêriya Amerîkayê de bûn ji ber wê ENKS di danûstandinan de berdewam bû.

Herwaha daxwaz ji Amerîkayê jî kir, ku givaşê bixe ser PYDê bo ku binpê kirina rêkeftinan berdewam neke û careke din gelê Rojavayê Kurdistanê bêhêvî neke.

Newaf Reşîd got, Yekitiya rêzên gelê Rojavayê Kurdistanê bingeheke serekî yê xebat û daxwaza stratejîk a ENKSê ye. ji ber bê yekitiya rêzên me em nikarin ti çareseriyekî bo pirsgirêkên gelê xwe bibînin.

Herwaha diyar kir: ‘’Ti agahiya min tine derbarê dema destpê kirina danûstandinan careke din.’’

Back to top button