Polîtîk

Ji bo Demirtaş 10 meh ceza hate dayîn

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê , bi tawana “Propagandaya PKK’ê kiriye” 10 meh cezayê zîndanê li serokê gîştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş birî.

Berî 3 salan, dema ku Selahedîn Demîrtaş serokê Komeleya Mafên Mirovan  ya bajarê Amedê bû, bi kanala Roj TV re li ser rewşa Abdullah Ocalan nirxandinek kirîbû û  ji ber axaftina wî doza girtinê  li dijî wî  hatibû vekirin.

Parêzera Demîrtaşê Meral Daniş Beşdaş ji bo cezayê wiha axifî : Ew biryar nîşan dide ku li hiqûqê cûdakirin heye û ew biryar aybekî hiqûqê ye .  Biryarê ku hate dayin ji bo Tirkiye û Demokrasiyê xemgîniyêke mezin dide .

Back to top button