Polîtîk

Îraq û Tirkiye li dijî PKKê tevdigerin

Di serdaneke pêşwext ne îlankirî de, Ebdulqadir Ubeydî wezîrê parastinê yê Îraqê bi serokatiya şandeyeke mezin ya emnî gihîşte Enqere paytexta komra Tirkiyeyê.

Mihemed Eskerî berdefkî wezareta parastina Îraqê di daxiyaniyekê de got:
– Îro sêşemiyê Ebdulqadir Ubeydî wezîrê parastina Îraqê bi serokatiya şandeyeke bala ya emnî serdana Tirkiyeyê kir û nameyeke Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo berpirsên Tirkiyeyê bi xwe re biriye.

Eskerî herwesa eşkere kir ku wezîrê parastina Îraqê digel Wecdî Gunol wezîrê paratina Tirkiyeyê di civînekê de behsa pêşxistina têkeliyên di warê emnî û îstîxbaratî de kiriye.

Berdefkê wezareta parastina Îraqê got ku armaca serke ji serdana Ubeydî bo Tirkiyeyê çalakirina komîteya sêalî (Amerîka-Tirkiye- Îraq) ji bo nehêlana bizav û çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê li deverên ser sînor e.

Tê çaverê kirin û wezîrê parastina Îraqê digel serokerkanê arteşa Tirkiyeyê bicive.

Back to top button