Cîhan

Ji bo DAÎŞê dadgehek navdewletî tê vekirin

Ji bo darizandina endamên DAÎŞê di qada navnetewî de, li Holandayê bajarê Lahey di kongreyî de avakirina dadgehek navnetewî hate gotubêj kirin.  Di civîna ku ji bo avakirina dadgehek navdewlitî hatî çêkirin de, berpirsên konseya Ewlehiyê yên NY, siyasetmedar. Hukukzan, mirovên kesên bûyîn qurbaniya DAÎŞê û berpirsên Iraqî amade bûn.Parlementerê Holandî Pieter Omtzigt pêşengiya vê gave dike. Gelek endamên DAÎŞê li Iraqê hêja tên darizandin, lê ji bo geleki ndadgehên Irqaê têrê nake û di cih de biryara darvekirina wan didin.Di civînê de pisporê komkujiyan Prof. Gregorg Stanton axivtinek kir û got: Darizandina DAÎŞê ne ewe ku mirov edaletê li kesên mexdûr belav bike. Divê mirov tê bigihê ku ev zilm û zordestî ji bo çi çêbû, sedemên vê bûyerê baş fam bike.Parlementerê Hollandi Pieter Omtzigt dide xûyakirin ku niha pêwendiyên wan di vê derbarê de li gel Bexda û Kurdistana Başûr hene.Ji bo rewşa Suriye niha ne mimkine ku pêwendiyekî li gel Bişar Esad ji bo vê babetê bê danîn.Ji aliyek din dê ne hemû endamên DAÎŞê li vê dadgehê bêne darizandin. Tenê ewên berpirsiyar û yên ferman dayîn dê bêne darizandin.

Back to top button