Ji bo çi mejîyên zingar pakij nabin !
Gelek cara li ser dîtina siyasesetmedar, rewşenbîr,nivîskar û kesayetên Tirk di derbarê pirsa Kurd de gotubêj hatine kirin û ev pirs hatiye rojevê û ev yek piralî hatiye gotubêj kirin. Lê mixabin ji hezara yek jî siyasetmedarên di nava Tirkan detuneye ku, mirov bikare bêje pirsa Kurd têdigihin û bi awayek objektîf behsa çareseriya pirsa Kurd dikin.
Li Tirkiye piranî gelek bi zanebûb pirsa Kurd hemû di kesayeta siyaseta PKKê û derdora PKKê de didin nasandin û li gora vê yekê jî Kurda dinirxînin û behsa çareseriyekî dikin yan jî bi temamî hemû mafên Kurda red dikin ê Kurda wek teroristên potansiyel di civaka xwe de didin nasandin. Li Tirkiye aliyên siyasî dizanin ku çewe vê rewşê bêxin rojevê û siyaseta xwe ya di derbarê pirsa Kurd de biafirînin. Ji bo vê yekê jî piraniya caran pirsa Kurd û awayê çareseriya vê li ber çavê Kurda bi xwe jî dikarin winda bikin û behsa berjewendiyên hevbeş bikin.
Li Tirkiye siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar, rojnemevan û kesayet, xwediyê ideolojiyên cuda ne. Piralî di civakê de behsa pirsgirêkan dikin û behsa demokrasiyê, mafê mirova, wekheviyê û edaletê dikin. Lê tu cara pirsa Kurd naxin di nav van babetan de. Ji ber ku hevbeşiyek ya hemû aliyan heye û ew jî ewe ku, di derbarê Kurdan de xwediyê dîtinek hevbeşin. Yanî çepin, rastin, demokratin. parêzerên mafê mirovanin, nijadperestin ,oldarin hevûdin rexne dikin , li dijê hev dinivîsînin ,hev tawanbar dikin, lê dema pirsa Kurd tê rojevê hemû dikarin bibin yek ê wek kesayetekî li himber daxwaziyên Kurda bisekinin û Kurda red bikin.
Mixabin piraniya Kurda li bakur di çerçoveya PKKê de pirsa kurd dinirxînin û xwe di çembera dewletê ji bo gotubêjkirina pirsa Kurd de danî de heps dikin û nêzikî rastiya pirsa xwe ya netewî nabin. Wek minak eger mirov di derbarê çareseriya pirsa kurd li bakur dîtina hevserokek a HDPê, yan jî siyasetmedarek çepê Tirk û kesayetek ku demokrat tê naskirin bipirsê, dê ji hemûyan yek bersivekî bigre. Dê behsa demokrasiyê, wekhevîyê û mafên mirova yên global bikin. Dê hezar tişta bêjin. Lê behsa mafê Kurda yê netewî nakin,behsa dewletbûna Kurda nakin ,behsa mafê Kurda yên rewa nakin. Ji xwe eve ku zihniyeta xelkekî hatiye dagirkirin û mejiya wan zingar girtiye û rê nade rastiya civakî û siyasî li bakurê Kurdistanê bibînin.
Li Tirkiye piraniya cara hinek kesên çep dema behsa pirsa Kurd dikin, ewilê PKKî dinirxînin û piştre jî di derbarê Kurdan de dîtine xwe dibêjin. Di derbarê pirsa Kurd de , kesayetên ku demokrat tên navkirin û yên nijadperest û faşîşt tên naskirin wek hev behsa Kurda dikin. taybetî dema behsa dewletbûna Kurda tê kirin hemû bi yek zimanekî û yek gotinekî li dij derdikevin.
Kurd li himber vê yekê divê bi israr û bi biryar behsa mafên xwe yên netewî bikin. Behsa dewletbûna xwe bikin. Biratiya Gela ji bo kurda bûye wek jehrekî ew ji daxwaziyên wan yên netewî dûr xistine. Eger em birane çi mafê Tirka heyî bila yê Kurda jî hebe. Yan dê dewlet dewleta herdu miletan be û welê bête navkirin yan dewleta wan hebe , bila ya Kurda jî hebe û Kurd û Tirk biratiya hev heta qiyametê bikin.
Analîz/Rojevakurd