Ji bo çi Îran, PKK û YNK Zîna Wertê dixwestin?
Ji bo çi PKK ne li dijî cêgîrkirina Pêşmergeyên YNK li Zîna Wertê ye û YNK jî ne li dijî cêgîrbûna gerîlayên PKK ye? Lê belê her dû jî dijî çûna Hêzên Yekgirtiya Wezareta Pêşmerge ne li Zîna Wertê?
Ji bo zanyariyan aliyekê Zîna Wertê li devera Raperîn û navçeya Wertê û Balekayetiye û aliyê din jî Qendîl û Çiyayê Karox û navçeya Rewandize û ji wir ve dirêj dibê heta Çiyayê Korek ku ew jî bi Çiyayê Spîlk ve girêdayiye ku li navbera Xelîfan û Herîr û Deşta Herîr û Firokxaneya Herîr ku Binkeya Serbaziya Amerîka li wir heye!
Wate Zîna Wertê xala pêkve girêdana wan navçeyan ku jêre tê gotin: Qendîl û PKK û navçeya Serdeşt li Îran. Ji bo wê yekê ew navçeyên stratejî ji bo Îranê girînge û eger desthilata Îranê têda bihêz bê, Binkeya Serbaziya Amerîka li Herîr dikevê bin gefa Îranê. Her wekî çawa Çiyayê Şengal ew taybetmendiya xwe ji bo Îranê hebû û ji wir ve dikarî gefê li Îsraîlê bike ku pêşiya wan hat girtin û vê carê jî hêzên Amerîka li wê navçeyê da hene.
Em hemû dizanîn Hikumeta Kurdistanê kontrolekî serkeftî li ser rêgirtina belavbûna û zêdekirina şewba Korona li Kurdistanê da heye. Xala herî lawaza Hikumetê li vî derbarî de rêyên qaçax yên veguhestina wê şewbê bû ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve dihat Başurê Kurdistanê.
Li vê çarçêweyê da, Hikûmeta Kurdistanê pêwîst bû hêzekî hevbeş bişîne Zîna Wertê û rê nede kesên neberpirs û qaçaxçiyan û bi qaçaxî birina xelkê li wan sînoran da şewba Korona veguhezin û kêşe ji bo nîştecihên Kurdistanê saz bikin ku çendîn kes bi wê rêya qaçax ve xelkê tuşî Koronayê kiribûn.
Wezareta Pêşmerge hêzekî yekgirtî û hevbeş ji bo Zîna Wertê şand, lê belê mixabin taqimekî diyarkirî bi mebesta beramber wê hêza Hikumetê da rawestan û rejîma Îranê jî li rêya Lahor Cengî ve hêzekî şand bo destê rastê wê hêza Wezareta Pêşmerge ya li Zîna Wertê û Hêzekî PKK jî ji Qendîlê ve anîn bo destê çepê wê hêza Wezareta Pêşmerge.
Li vir da zelale ku ji bo çi YNK û PKK bi hevbeşî dijî hêza Hikumeta Kurdistanê ne û gefê lê dikin ku hêza xwe vekişênê û Hikumet jî ku xwe bi Hikumeta yasayî ya hemû aliyên Kurdistanê dizanê, daxwaza YNK û PKK red dike û dibêje: (Qaçaxiyê(Yaxî) bûnê qebûl nakîn û hîç partî û rêxistinek nikarê li derveyê yasa li wan navçeyan da desthilata xwe dabimezrênê.)
Roja 16.04.2020 Mekteba Siyasî ya YNK li Debaşan civiya û paşê beyannameyek belavkir û li beşek da ragihand: (Zîna Wertê arame û birina hêzekî Lîwaya Wezareta Pêşmerge bo cîheke aram ya wekî Zîna Wertê bi hêceta kontrolkirina zêdenekirina şewba Korona nayê qebûl kirin.) û Li beşekî din da daxwaz ji hikumetê dike: (Ji bo şandina alozî û tirsa welatiyan, bi lez fermana vekişandina hemû hêzan bide û asayîşa navçeyê bi hêzên asayîşa navxwe bispêrê.)
Li beramber da, Hikumeta Kurdistanê li beyannameyek da, roja 17.04.2020 ragihand: (Ji bilî Wezareta Pêşmerge, hîç hêzekî hizbî yên din li Zîna Wertê nehatiye cêgîr kirin.) Li beşekî dinê beyannameyê da, Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê dibêje: (Welatiyên ezîz: Ez bi pişt bestina xwedê û bi we yên dilsozên niştiman, min vê erkê giran qebûl kiriye û niha jî bi pişt bestina xwedê û we, li çespandina yasa û xizmeta hemû xelkê Kurdistanê, bibê cûdahî berdewam dibîn.)
Bala xwe bidin vê têbîniyê ku Îran bi hêsanî destê xwe ji karên têkderên Başurê Kurdistanê hilnagrê, çendîn caran bi çekên komkujiyê li Zîna Wertê danê, êdî çawa metirsiyekî ji bo Başurê Kurdistanê nebe?
Ji ber wê erkê hemû niştimanperwerên Kurde ku zextê li ser YNK û PKK û zextên navdewletî li ser Îranê dirustbikin ku neçar bibin rêz li berjewendiya Kurd û serweriya axa Kurdistanê û desthilata yasayî ya Hikumeta Kurdistanê bigrin!
Hamîd Geverî