Ji bo çi greva birçîbûnê ?
Leyla Guven parlementera HDPê ya Şirnexê ye. Ji bo tecrita li ser Ocalan rabe, kete greva birçîbûnê. Eve nêzikî 70 rojiye di greve birçîbûnê de ye. Piştî Leyla Guven gelek parlementerên HDPê ji bo pişgiriya Guven rojek du roja ketin greva birçîbûnê. Herweha li hinek deveran rêxistinên HDPê jî ketin nava vê grevê de.
Birayê Abdullah Ocalan ji bo Ocalan bibîne çû Îmraliyê. Dema ji Îmralî vegeriya daxûyaniyek da û got: Rewşa ocalan ya tenduristî başe. Lê parlementerên HDPê ji dev çalakiya xwe bernedan. Li gora daxûyaniya serokê HDPê Sezai temelî, eve du sal û nîve tecrît li ser Ocalan heye. Ev yek bivê nevê tiştekî tîne bîra mirov. Gelo ji bo çi parlemenrên HDPê du sal û nîvê man hêviyê heta çalakiyekî ji bo Ocalan bikin? ji berî niha çima nehat kirin. Gelo Ocalan nû hate bîra wan?
Li vê derê rastiyek heye divê baş bê xûyakirin.
Di dema pêvajoya “çareseriyê“ destpêkirî û pêvajoya “çareseriyê“ de, hevdîtin li gel Ocalan dihatin kirin û rojane Ocalan daxûyanî didan û li gora van daxûyaniya PKK/HDP tevdigera. Lê dema ku hinek pravakasyon çêbûn ku zerer da pêavajoya “çareseriyê “, Ocalan nameyek rêkir Qendil. Ocalan di nama xwe de du tiştên bingehî ji PKKê daxwaz kirin. Ocalan daxwaz kirî bû ku, PKK kongreyekî kom bike, du biryara bigre. Yekem biryara devjêberdana çekan bidin û duyem jî rêveberiya PKKê bê guhertin. Lê PKKê guh neda Ocalan û heta bi daxûyaniyekî gotinên Ocalan pûç kirin. Li ser vê yekê Ocalan da xûyakirin ku ewên guh nedin min bila navê min jî bi kar neynin. Ez hêdî di vê pêvajoyê de tuneme.
Hilbijartinên parlementoya Tirkiye çêbûn bi navê aşitiyê û dij derketina şer HDPê 81 parlementer derêxistin. Lê tu rolek erênî neleyiztin û siyaseta Xendeka destpêkir . Dewsa “aşitiyê“ cardin malxirabûn kete rojeva kurda. Gelek bajar û bajarokên Kurdistanê , di encama siyaseta xendeqan de wêran bûn. Cardin şerek bê wate destpêkir. Jiyana xelkê Kurdistanê bû jehr. Nêzikî 7 hezar ciwana jiyana xwe ji dest da.
Piştî vê fetrê navê Selahatin Demirtaş gelek derket pêş. Demirtaş bibû berbijêrê serokkomariya Tirkiye, bi pişgiriya hinek aliyên li Tirkiye Demirtaş gelek populer bû. Lê di serî de Ocalan û klîka Ocalan di nava HDP/PKKê de ji vê yeke gelek aciz bûn. Wan digot ku navê Ocalan bi zanebûn tê kêm kirin.
Dema Demirtaş hate girtin bûyerek gelek balkêş pêkhat. Demirtaş li Diyarbekirê nawendek ya polisan de binçav de dihat girtin. Hinek kesên din jî bi tohmeta endametiya PKKê di heman nawendê de binçav de bûn. Roja Demirtaş bibin dadgehê, gruba pêşî birin û di rêde PKKê li himber wasiteyên ku girtiyan dibê dadgehê çalakiyek kirin û di rêya wan de bombên çandî teqandin. Di encam de hinek ji polis û girtiya jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn. Kesekî behsa vê bûyerê nekir, wek çalakiyek ya teroristi hate navkirin û medya tirkî jî li ser bûyerê nesekînî. Gelo li vê derê armanc kuştina Demirtşa bû?
Demirtaş di girtigehê de populer tir bû. Tişta Ocalan demekî li Îmralî dikir, Demirtaş li Edirneyê kir. Rojane daxûyani didan û gelek siyasetmedarên HDPê serdan wî dikiran û peyamên wî digihandin xelkê. Heta wek Ocalan Demirtaş jî di girtigehê de pirtuk nivîsand.
Di hilbijartian de cardin Demirtaş bû berendamê serokkomariya Tirkiye.Rojane daxûyani dan , vê yekê cardin aligirên Ocalan ne rihet kir.
Vêca Leyla Guven dest greva birçîbûne kir û bi mebesta pişgiriya Guven pêla grevê di nav HDPê de destpê kir. Roja çalakiyên greva birçîbûnê destpêkirîn, dengê Demirtaş jî kêm bû û tu daxûyaniyên ku bikeve rojeva siyaseta Tirkiye de nedan.
HDP heta gava dawî nikare di nava xwe de berbijarên şeredariya eşkere bike, her weha helwesta wan ya 3 bajarên Tirkiye ne kifşe. Sedemê bingehîn nakokiyên di nav wan bi xwe de ye.
Li Bakur xelk û taybetî jî bingeha PKK/HDPê bûyera şirove nakin, partiya wan çi bide pêşiya wan wê yekê dikin. Filan berpirsî îro weha got, sibehî eksê wê dibêje ev li ba bingeha vê tevgerê ne girîng e. Ya giring tişta rêxistin bêje ewe, qenc xirab, rast çewt nayê gotubêj kirin.
Demekî Ocalan di daxûyaniyek ya xwe de eşkere ji Demirtaş re gotibû: Tu hij meznahiyê dikî, demekî Nizamettin Taş û Osman Ocalan jî ev yek kirin û tu akibeta wan dizanî, tu ji xwe agahdar be.
Herweha daxûyaniyek din de Ocalan dibêje: Ez zarokê vê axê me, lê Demirtaş projeya Amerika û Ewropayê ye.
Dema ev gotinên Ocaln tenê taybetî ji aliyê aligirên PKK/HDPê ve bêne nirxandin belkî hinek bê jî rastiya xwe bi xwe bibînin.
Nûçe/Analîz