Ji bo çekdanina PKKê Kurtulmuş got: Bê guman bernameyek heye
Serokê Parlementoya Tirkiye, Numan Kurtulmuş got, “Çawa ku Îmralî bi daxuyaniya yekem gavek gavek avêt, niha jî ne emê, dê rêxistina wan bersiva banga Ocaln bidin. Piştî vê yekê, pêvajo dê bi her awayî derkeve holê.”
Serokê Palementoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, di weşana zindî ya TV 100 de bersiva pirsan da.
Li ser pêvajoya ku, bi banga Bahçelî û banga Ocalan destpêkirî pirsek hate kirin.
Kurtulmuş bersiva pirsê de dibêje: “Sirri Bey di vê pêvajoyê de piştgiriyek û tevkariyek bêhempa da. Ew kesek e ku ji hêla civakê ve bi kesayetiya xwe, helwesta xwe ya mîtîngkirinê û hewldanên xwe yên ji destpêkê ve ji bo pêşîgirtina li terorîzmê li Tirkiyeyê tê nasîn. Bi hewldanên wî, rewş gihîştiye asteke diyarkirî.”
“Wê hin kes hebin ku bixwazin vê pêvajoyê têk bibin û jehrî bikin”
Kurtulmuş got, “Em dibînin ku pêvajo li gorî planê dimeşe.” û wiha domand:
“Wê kesên ku bixwazin vê pêvajoyê têk bibin û jehrî bikin hebin. Ji ber vê yekê, em li vir jî pir bi baldarî tevdigerin. Dema ku hûn wê bi serdemên berê re bidin ber hev, em dibînin ku saziyên dewletê pir amade ne û pir cidîtir nêzî mijarê dibin. Wekî din, heke em bifikirin ku di serdemên berê de di saziyên dewletê de hilgirên heskoyên jehrê yên wekî FETÖ tune ne, ez bi xwe yek ji wan kesan im ku bawer dike ku ev pêvajo dê ji destpêkê ve serketî be, lê ew gelek hewl û baldariyê hewce dike. Em her gav hewl didin ku di vê pêvajoyê de vê yekê bibêjin, divê her kes li ser bifikire û dengê xwe bilind bike. Bi gotineke din, divê em bi baldarî bi pêvajoyê re pêşve biçin.”
Kurtulmuş tekez kir ku piştî banga rêberê PKKê Abdullah Öcalan ji rêxistinê re ku çekên xwe deyne û xwe bihelîne, divê niha gava duyemîn were avêtin.
Kurtulmuş li ser pirsa derbarê dema bêçekkirinê de wiha bersiv da:
“Bê guman bernameyek heye lê ez ê li ser vê bernameyê tiştekî nebêjim. Çawa ku Îmralî bi daxuyaniya yekem gavek avêt û bangî Rêxistinê kir, niha ne emê bersiva vê gava ku Ocalan avêtî bidin. Dê hemû pêkhateyên rêxistinê bersiv bidin. Hemû dê bibêjin, ‘Me çekên xwe danîn.'” “Piştre pêvajo dê derkeve holê. Dema tiştek dest pê dike, divê were destgirtin. Ev ê ji bo berjewendiya her kesî be. Ez bawer dikim ku ev yek dê di demek pir kurt de bi dawî bibe.”
“Li ser mijarên ku li ser maseyê neyên nîqaşkirin, îhtîmaleke lihevkirinê tune ye”
Dema ku li ser xebata nû ya destûrî pirs ji Kurtulmuş hat kirin, wî bi bîr xist ku di demên berê de li ser vê mijarê bi partiyên siyasî re hevdîtin çêbûne.
Kurtulmuş wiha got:
“Destûr wekî encama daxwaz û hêviyên civakî derdikevin holê. Belê, gelek madeyên Destûrê hatine guhertin, lê di dawiyê de, ez difikirim ku dem hatiye ku çarçoveya Destûrê bi awayekî, şêwaz û naverokek ku dê di vê wateyê de bersiva daxwazên civakî bide, were pêkanîn. Divê em vê yekê bêtir dereng nexin.”
Dema ku ji Kurtulmuş hat pirsîn ka gelo dê bi serokên muxalefetê re derbarê xebata nû ya destûrî de hevdîtinek çêbibe, wî wiha bersiv da:
Kurtulmuş diyar kir ku ji bo destûra nû niyeta baş a hemû beşên civakê pêwîst e û got, “Ji ber ku di dawiyê de, tu partî dê destûrek bi serê xwe nebe, ew ê destûra neteweyî be. Ji bo vê yekê, divê em di Parlamentoyê de lihevkirina herî bilind bibînin.”